06:19 27 Gulan 2018
Kurdên Rojavayê

Rayedarê PDPKSê: Divê em hemû nakokiyên xwe berdin û bibin yekdeng

© AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 40

Rayedarê PDPKSê Umer Cafer daxwaz ji partî û aliyên siyasî yên kurd kir ku li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne û got, divê hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye Umer Cafer di axaftina xwe ya ji bo ajansa ANHAyê de bal kişand ser êrîişên dewleta tirk ên li ser Efrînê û got, dewleta Tirk bi hincetên vala û derew êrîş dike. Cafer di axaftina xwe de ev tişt gotin, ""Erdogan dixwaze bi hincet û derewên cuda xaka Efrînê dagir bike. Kurd bi xwe li hemberî terorê sekinîn û Bakurê Sûriyeyê ji qirêjiya DAIŞê rizgar kir."

Cafer perwerdekirina çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya ji aliyê Tirkiyeyê derbirî û ev tişt gotin,"Ew çete li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û ji wir ve ji bo Sûriyeyê hatine şandin. Êdî ji her kesî re xuya dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzên sereke ne ku li dijî terorê sekinîne û gelên herêmê ji vê terorê xelas kiriye."

Rayedarê PDPKSê herwisa bangî gelê kurd û aliyên siyasî yên kurd kir ku li hemberî êrîşên li ser Efrînê bibin yek û got, divê ew hemû nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û li dijî êrîşên bi vî rengî bibin yekdeng.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Ruptly dîmenên nexweşxaneya Efrînê weşandin
‘Tirkiye li Efrînê cîhadiyan li dijî kurdan dide şerkirin’
Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
Etîketan:
yekdengî, Rayedarê PDPKSê, Umer Caferî, Rojava, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de