05:42 22 Nîsan 2018
    Ji aliyê sînorê Tirkiyê ve bombardimana Efrînê

    Rêdûr Xelîl: Em herêmên sivîl ji xwe re nakin armanc

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Berpirsê peywendiyên derve yê HSDê Rêdûr Xelîl nûçeyên digotin ‘HSD roketan davêje bajar û navçeyên wekî Reyhanli û Kilîsê' derewand û got, "Me şûnwarên sivîl yên wekî Kilîs û Reyhanliyê ti caran nekirine hedefên xwe û ji vir şûnde jî em nakin." Xelîl ji van êrîşan îstixbarata Tirkiyeyê berpirsyar girt.

    Berpirsê peywendiyên derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl di daxuyaniyeke xwe de bal kişand ser îdiayên ku dibêjin ‘HSD roketan davêje cihên wekî Kilîs û Reyhanliyê' û ev îdia derewandin.

    Xelîl parast ku dewleta tirk bi rêya van îdia û nûçeyan dixwaze êrîşên xwe yên li ser Efrînê rewa bike û anî ziman ku ew bi tevahî ji rastiyê dûr in. Rêdûr Xelîl got, "Me şûnwarên sivîl yên li aliyê din ê sînor ti caran ji xwe re nekirine armanc û ji vir şûnde jî em nakin. Ev êrîş ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê bi xwe ve tên kirin. Dixwazin wekî ku HSD ji aliyê din yê sînor ve êrîş dike, nîşanê dinyayê bidin û bi vî awayî êrîşên xwe yên li ser Efrînê rewa bike. Lê armanca sereke ya dewleta tirk, dagirkirina axa Sûriyeyê, bi taybetî jî dagirkirina Efrînê ye."

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Kanadayê banga Efrînê li Tirkiyê kir
    Ruptly dîmenên nexweşxaneya Efrînê weşandin
    ‘Tirkiye li Efrînê cîhadiyan li dijî kurdan dide şerkirin’
    'Tankên Almanyayê xwe li ber mercên Efrînê negirt'
    Kesek leşker ji ber parvekirana xwe ya li ser Efrînê hat girtinê
    Etîketan:
    avêtina roketan, Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê, Rêdûr Xelîl, Efrîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de