17:44 20 Nîsan 2018
    Xelkên sivîl ên Sûriyeyî

    Welatiyên Sûriyeyî herî zêde koçî kîjan welatî kirin?

    © AFP 2018 / Amer ALMOHIBANY
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî şirketa Pew ku navenda wê li Amerîkayê ye ji sala 2011an û vir ve 13 milyon welatiyên Sûriyeyî naçar man ku welatê xwe biterikînin. Piraniya Sûriyeyiyan li Rojhilata Navîn man, bi qasî milyonekê kes çûne Ewropayê. Welatiyên ku herî zêde Sûriyeyî hewandin Tirkiye ye.

    Şirketa Pewê diyar kir ku ji ber qeyran û şerê Sûriyeyê 13 Sûriyeyî welatê xwe terikandine. Li gorî lêkolînê di van salên dawiyê de welatên ku herî zêde koç daye Sûriye ye. 6 milyon Sûriyeyî di nava welêt de cihê xwe guhert, ev rêje 49%ê goçkirina giştî ye

    3.4 MILYON XELKÊ SÛRIYEYÊ KOÇÎ TIRKIYEYÊ KIR

    Ji kesên ku naçar man Sûriyeyê biterîkînin 49 % (Zêdetirî 5 milyonî) li welatên Rojhilata Navîn ên cuda cuda bicih bûn. Li gorî amarên raportê herî zêde Sûriyeyî koçî Tirkiyeyê (3.4 milyon). Kirin. Di pey Tirkiyeyê re Libnan (milyonek kes), Urdin (660 hezar kes) û Iraq (250 hezar kes) tê.

    MILYONEK SÛRIYEYÎ KOÇÎ EWROPAYÊ KIR

    Nêzîkî milyonek kes ji Sûriyeyê weke koçber an jî penaber çûne Ewropa. Ji vana 500 hezar kes çûne Almanyayê. Piştî Almanyayê 110 hezar kes çûne Swisreyê, nêzîkî 50 hezar kesî çûne Avusturyayê. 100 hezar kes çûne Bakurê Amerîkayê. Ji destpêka şer û bi vir ve 52 hezar welatiyên Sûriyeyê koçî Kanadayê û 21 hezar kes jî koçî Amerîkayê kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Muxalifên Sûriyeyî amade ne ku rasterast bi Şamê re têkiliyê deynin'
    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû
    Agir bi kampa koçberên Şingalê ket
    Koçberên Mûsilê hê jî nikarin vegerin malên xwe
    Cezayê kujerên jina sûriyeyî eşkere bûn
    Etîketan:
    Penaberî, Koçberî, Koç, Stenbol, Sûriye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de