06:18 21 Gulan 2018
    Efrîn

    'Tenê du kes hene ku bikarin şerê Efrînê bisekinîn'

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 20

    Nivîskar Amberin Zaman di rojnameya amerîkî Washington Timesê de li ser operasyona li dijî Efrînê nivîsî û diyar kir ku du kes hene, dikarin vî şerî bisekinîn û ew jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê PKKê Abdullah Ocalan in.

    Nivîskar Amberin Zaman balê dikişîne ser zêdebûna rageşiyê navbera Tirkiyeyê û kurdan ku Tirkiyeyê di 20ê vê mehê de operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin û wiha dibêje: "Milîsên kurdî, Yekîneyên Parastina Gel, hevparê sereke yê Hevpeymaniya Navdewletî ye ya ku Amerîkayê pêşengiya wê dike, Efrînê kontrol dike û Tirkiye ye ku hevalbendê giring ê NATOyê ye."

    "BIDAWÎKIRINA ALOZIYA PKKÊ BI TÊKILIYÊN AŞTIYÊ YÊL LI GEL KURDÊN SÛRIYEYÊ VE GIRÊDAYÎ YE"

    Nivîskar balê dikişîne ser wê yekê ku gelek endamên PKKê ji kurdên Sûriyeyê bûn û wiha dewam dike: "Bidawîkirina aloziya PKKê li Tirkiyeyê bi awayekî neqetîner bi têkiliyên aştiyane yên li gel kurdên Sûriyeyê ve girêdayî. Birêz Erdoganî ew rewş zehmettir kir. Tenê yek zilam dikare alîkariya Tirkiyeyê bike ku ji vê tevliheviyê derkeve: Abdullah Ocalan."

    Efrîn
    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Zamanê diyar dike, "li gel ku ev 19 sal in, birêz Ocalan girtî ye lê hîn jî serokê bêreqîb ê PKKê ye " û wiha pê de diçe: "Hîn karbidestiya gotûbêjên aştiyê yên li gel Tirkiyeyê di destê xwe de digire, wek çawa wî di sala 2008an de bi birêz Erdoganî re kir û dûre, wê çaxê serokwezîrekî reformîst bû ku yekem serokê tirk ku gotûbêjên nepen li gel PKKê kirin."

    "OCALAN Û ERDOGAN DIKARIN VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN"

    Ji aliyê din ve, Zaman dibêje: "Divê Tirkiye û PKK gelekî nesekenin heta ku bedeleke gelekî giran ji bo vî şerî bidin da ku biaxivin. Li gel otorîteîtiya birêz Erdoganî jî, lê her serokê herî popûlar û wêrek e di dîroka Tirkiyeyê de. Ew û birêz Ocalan dikarin vî şerî bi dawî bikin û divê li ser agirbesteke yekser Li nava Tirkiye û Sûriyeyê li hev bikin."

    "DIVÊ TIRKIYE PARLAMANTERAN BERDE PKKÊ JÎ JI TIRKIYEYÊ VEKIŞE"

    Zaman diyar dike ku divê Tirkiye parlamanter û şaredarên kurd berde û gotûbêjên aştiyê dîsa bide destpêkirin, li hemberî vê jî, PKK jî divê girtiyên tirk berde, şervanên xwe ji bo nîşandana baweriyeke baş ji Tirkiyeyê bikişîne û wiha dewam kir: Lê wiha dixuyê ku Birêz Erdoganê ku wiha diyar e, meyla wî tine lihevkirinekê bike, bawer dike ku dibe kurd bi awayên leşkerî têk biçin. Lê têk naçin."

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê tirk yê di operasyona li dijî Efrînê de birîndar bû axivî
    Bernameya radyokarê ku gotibû ‘yên ku îtîrazî Efrînê bikin, li wan bidin' hate betalkirin
    Li Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya Efrînê hate avakirin
    Îro li Kerkûkê û sibe li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê tê lidarxistin
    Li Efrînê 2 leşkerên tirk û 2 çekdarên ASAyê hatin kuştin
    Artêşa Tirkiyê li Efrînê perestgeheke dîrokî rûxand
    Hinek agahî li ser wan 8 deverên dîrokî yên li Efrînê tên bombebarankirin
    Perlamentoya Herêma Kurdistanê li ser rewşa Efrînê kom dibe
    Etîketan:
    NATO, Recep Tayyip Erdogan, Abdullah Ocalan, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de