17:39 22 Nîsan 2018
    Efrîn

    'Tirkiyeyê taxeke Efrînê bombebaran kir'

    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Desteya Parastinê li Efrînê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê vê sibehê bi moşekan êrîşî bajarê Efrînê kiriye û di encamê de 9 sivîl birîndar bûne.

    Navenda Ragihandinê ya desteyê ragihand ku "Artêşa Tirkiyeyê û terorîsên Cebhet el Nusrayê, şaxê rêxistina El Qaîdeyê li Sûriyeyê, vê sibehê bajarê Efrînê bi moşekan kiriye armanc û di encamên de hinek  kesên sivîl birîndar bûne".

    Heyva Sor a Kurd li Efrînê 9 rewşên birîndar bûne tomar kirine ku yek ji sisê ji wan zarok in.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara birîndaran bêtirî 9an e lê heta niha ev tenê hatine tomarkirin.

    Ji aliyê din ve, Radyoya Arta Fmê ragihand ku taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê topbaran kiriye.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Haya me ji kuştina sivîlên li Efrînê tune ye
    Parlamentera CHPê piştgirî da TTBê û li dijî êrîşên li ser Efrînê derket
    Berdevkê YPGê Hesekê: Sivîl ji Efrînê nereviyane
    Economist: Erdogan derbasî rojhilatê Efrînê bibe dê her tişt serûbinî hev bibe
    Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo rewşa Efrînê li hev kom bû
    Kurdên êzîdî ji bo Efrînê bangî cîhanê kir
    Etîketan:
    El Qaîde, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de