03:16 23 Nîsan 2018
    Operasyona li dijî Efrînê

    ‘Ji ber me Efrînê radestî rejime nekir êrişî Efrînê kirin'

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Berdevkê YPGê Brûsk Heseke ji Sputnikê re diyar kir ku hevdîtin bi Rûsyayê ji bo radestkirina sînoran bo Artêşa Sûriyeyê pêk naynin. Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistafa jî ragihand ku bank li Artêşa Sûriyeyê kirine ku parastina Efrînê bike.

    Hikmet Durgun

    Berdevkê YPGê Brûsk Heseke ji Sputnikê re diyar kir ku hevdîtin bi Rûsyayê ji bo radestkirina sînoran bo Artêşa Sûriyeyê pêk neanîne û nûçeyên di vî mijarî de rastiyan nadin nîşandan û got: "Em ê Efrînê rasdestî ti kesî nekin û dê heta dawiyê berxwe bidin. Me ji bo Efrînê bang li hikûmeta Sûriyeyê nekiriye û niha li eniyê şer dikin."

    ‘JI BER ME EFRÎNÊ RADESTÎ REJIMÊ NEKIR ÊRIŞ KIRIN'

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa jî ji Sputnikê re eşkere kir ku, "Ti hevdîtın ji bo radestkirina sînoran bo Artêşa Sûriyeyê pêk neanîne û wiha pê de çû: "Hevdîtinên derbarê radestkirina sînoran rastiyan nadin nîşandan. Nûçeyên di vî mijarî de derew in. Ji ber ku me Efrînê radestî rejime nekir, êrişî Efrînê kirin."

    ‘JI ME RE GOTIN EGER TIRKIYE ÊRIŞÎ EFRÎNÊ BIKE EM Ê BERSIVÊ BIDIN'

    Mistefa got: "Me ji bo parastina Efrînî bangî Artêşa Sûriyeyê kir. Erê raste me ji bo Efrînê bangî Artêşa Sûriyeyê kir. Ev 6 sale ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê em têdikoşin. Birêveberiya Sûriyeyê ji me re digotin, eger Tirkiye êriş bike em ê bersivê bidin. Me jî ji Artêşa Sûriyeyê re got wa Tirkiye êriş dike, kerem bike werin parastinê bikin. Me got Efrîn parçeyekî ji axa Sûriyeyê ye. Birêveberiya Sûriyeyê derbarê Efrînê de çima bêdeng dimîne. Ji bo rawestandine êrişa li dijî Efrînê hewldanên me yên dîplomatîk dewam dikin, lê heta niha me encamekî bi dest nexistiye."

    Rojnameya Îzvestiyayê di nûçeya xwe de ragihandibû ku kurd ji bo herêma Efrînê ku rastî êrişa artêşa Tirkiyeyê tê ji bo teslîmî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bike hevdîtinan pêk tînê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Rêxistina Aştiyê ya Cîhanî rewşa dawî ya Efrînê vegot
    Xortekî hewlêrî di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest da
    Qubad Talebanî li ser rewşa Efrînê peyamekê weşand
    Şêx Murşîd El Xiznewî: Berxwedana Efrînê li gorî Îslamê rewa ye
    Helbestvan û nivîskarên cîhanê ji bo Efrînê îmze dan
    Etîketan:
    êriş, operasyon, Sputnik, Brûsk Hesekê, Hêvî Mistefa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de