Herwiha Wehîdî destnîşan kir ku hejmara êrîşên hewayî yên li ser bajarokên sînorî ji 400 buhirîn û ragihand ku gelek kes ji gundên Hemamê aware bûne û çûne bajarê Efrînê ku heta niha hejmara awareyan gihiştiye 200 hezar kesî.
Di berdewamiya daxuyaniyê de balyozê pêwîstiyên taybet ê Rêxistina Aştiyê ya Cîhanê bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir da ku xak û gelê Sûriyeyê biparêze.
Wehîd got ku ev erd sûrî ye û bi deh hezaran erebên ku berî niha ji Reqa û deverên din reviyabûn li vir in û dewam kir: Ti devera ewle ji bo wan tine û divê Hikûmet destwerdanê bike ji bo wan biparêze."
Ji aliyê din ve, Wehîdî teqez kir ku "rewşa mirovî gelekî xerab e" û kêmasiya xwarin û dermanan azara sivîlan zêdetir dike.
Wehîdî diyar kir ku balafirên Tirkiyeyê kampa Rûbarê bombebaran kiriye ku deh hezar aware lê bûn û tirs heye ku kampa Şehbayê ya li Tilrifetê jî were bombebarankirin, nexasim ku tijî aware ne.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)