19:14 25 Nîsan 2018
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê.

    Serokkomarê Fransayê: Divê operasyona Efrînê nebe dagirkerî

    Emin Sansar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî di roportaja xwe ya rojnameya Le Figaro de got, "divê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê tenê li ser têkoşîna li dijî terorê bisekine û nebe operasyoneke dagirkeriyê."

    Macron di roportaja xwe ya li gel rojnameya frensî Le Figaroyê de ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê hişyarî da Tirkiyeyê.

    "BIBE DAGIRKERÎ, DÊ JI BO ME BIBE KÊŞEYEKE RASTEQÎNE"

    Serokkomarê frensî teqez kir ku divê operasyonê li ser têkoşîna li dijî terorê bisekine û nebe dagirkerî û wiha got: Eger ev operasyon ji tehdîdên muhtemel ên li ser sînorê Tirkiyeyê dûr bikeve û bibe operasyoneke dagirkeriyê, ev dê ji bo me bibe kêşeyeke rasteqîne."

    "DIVÊ BI HEVALBENDAN RE WERE KORDÎNEKIRIN"

    Herwiha Macronî diyar kir ku "divê operasyon li gel welatên ewropayî, bi hevalbendan re jî kordînekirî be."

    Di berdewamiyê de Macronî got: "Pêwîstiya operasyonê bi wê yekê heye ku bi awayekî berfireh di navbera ewropiyan de û hevalbendan de jî bê nîqaşkirin û biryar were dayîn."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Peyamnêrê Independentê 'qurbaniyên pêşî yên operasyona li dijî Efrînê' nivîsin
    Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
    'Dibe operasyona Efrînê nexşeyên Rojhilata Navîn biguherîne'
    Li Hewlêr û Silêmaniyê bo Efrînê xwepêşandan
    Derbarê Konseya Navendî ya TTBê ku li dijî êrîşa Efrînê derketibû lêpirsîn hat destpêkirin
    Li Efrînê 3 sivîlên din ji aliyê Tirkiyê ve hatin kuştin
    Nûnerê Kurd ê Rûsyayê: Ji bo Efrînê ti hevdîtin bi Sûriyê re çênebûne
    Etîketan:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, Fransa, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de