17:24 25 Gulan 2018
Operasyona Efrînê

HSD: Ji ber êrîşên artêşa tirk xelkê Efrînê di şikeftan de dijîn

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rezan Hiddo di daxuyaniya xwe ya ji bo Sputnikê de got, xelkê Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk ji malen xwe derdikevin û diçin li şikeftan dijîn.

Hiddo ji bo Sputnikê li ser êrîşên artêşa tirk û çekdarên ASAyê got, "Xelkê sivîl li şikeftan dijîn. Xelk ji bombebaranên Tirkiyeyê direvin."

‘GULEYAN LI AMBÛLANSAN DIREŞÎNIN'

Hiddo diyar kir li Efrînê û gundên derdora wê ji ber êrîşên hewayî û bombebaranan tehliyekirina birîndaran gelekî zehmet dibe.

Hiddo ev tişt gotin, "Artêşa tirk li gundên ser sînor guleyan li ambûlansan direşîne û ji ber vê yekê tehliyekirina sivîlan zehmet dibe."

Bi heman mijarî:

Berdevkê Pentagonê ji bo Efrînê got: Divê hemû alî sivîlan biparêzin
NY: Li Efrînê zêdetirî 15 hezar kesî malên xwe terikandin
Press TVya Îranê: Leşkerên tirk li sînorê Efrînê êrîşî tîma me kir
Nadya Murad: Divê êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê di cih de rawestin
Şandeya HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye
Etîketan:
xelkê sivîl, şikeft, Berdevkê HSDê, Rezan Hiddo, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de