02:32 25 Gulan 2018
    Efrîn

    Meclisa Efrînê derbarê Soçiyê de daxuyaniyek da

    © Sputnik / Waeel Hafian
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)
    0 10

    Hevseroka Meclisa Cîbîciker a Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Mistefayê ragihand ku dê birêveberiya xweser beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya sibe û dusibe li Soçiyê tê lidarxistin nebe.

    Mistefayê ji Sputnikê re li ser biryara beşdarnebûnê axivî û got: "Nîqaş hebû bê em ê çawa beşdar bibin ku garantorên vê kongreyê û Tirkiye di serî de şerekî li dijî me dimeşînin û herwiha bêdengiyeke navdewletî ya mezin heye, nexasim bêdengiya Rûsyatê ku navendeke çavdêriya wê li vir hebû."

    Rayedara herêma Efrînê diyar kir ku dê di van mercên awarte de nikaribin beşdar bibin û wiha pê de çû: "Ne tenê merc lê me her gotiye, em bi hemû çareseriyên siyasî re û em ji diyalogeke aştiyane re amade ne û şerî naxwazin lê piştî me li hev kir û me biryar da ku em ji bo diyaloga siyasî li Soçiyê rûnên, niha rageşiyeke leşkerî li hemû herêmên me dest pê kir û nexasim li Efrînê.

    Herwiha Mistefayê teqez kir ku li herêmên bakurê Sûriyeyê di xetên stratejîk û siyasî yên giştî de yek laş in, lewra kes dê beşdar nebe. Kesayetên bi awayekî serbixwe beşdar bibin, dê ne li ser navê birêveberiya xweser beşdar bibin û çi kesê beşdar bibe, dê li ser navê xwe beşdar bibe û çi kesê bixwaze bi awayekî serbixwe beşdar bibe, nûnerîtiya xwe dike."

    Mijar:
    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê dê çareseriyê bîne? (16)

    Bi heman mijarî:

    Helbestkaran bi helbestên xwe piştgiriya Efrînê kirin
    Derbarê Efrînê de Facebook, Twitter û YouTube hatine hişyar kirin
    Mihemed Hemo: Armanca dewleta tirk erebkirina Efrînê ye
    Pisporê rûsî: Tirkiye ji bo êrîşên ser Efrînê pişta xwe bi Almanyayê ve girênade
    Pûtîn di Konseya Ewlehiyê de operasyona Efrînê gotûbêj kir
    Serokê Olî yê Rûmên Tirkiyê ji Erdogan re bo Efrînê nameya serkeftinê şand
    ENKS ji bo Efrînê bi nûnerên alman re civiya
    Etîketan:
    Hêvî Mistefa, rÛSYA, Rûsya, Soçî, Tirkiye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de