14:46 22 Gulan 2018
    Heleb

    SANA: Di êrişên li ser Efrînê de 86 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane

    © AFP 2018 / LOUAI BESHARA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê, da zanîn ku di 9 rojan de, ji ber êrişên dewleta Tirkiyeyê li Efrînê 86 sivîl jiyana xwe ji dest dan 195 sivîl jî birîndar bûne.

    Êrişa dewleta Tirk ya di 20ê mehê de bi ser Efrînê de dest pê kir, ket roja 9an. Di êrişên ku ji aliyê balefirên Tirkiyê ve hatin kirin, gelek baregehên sivîl jî bûn hedef. Rojnameya fermî ya Hikûmeta Sûriyê SANA di derbarê şerê Efrînê de hin agahiyan parve kir.
    Li gor rojnameya SANAyê ku ew jî dispêre çavkaniyên herê, gelek sivîlan zirar dîtiye. Rojname îfade kiriye ku "ji roja 20ê mehê heya îro, di encama êrişên balefir û top baranên Tirkiyê de 86 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 195 sivîl jî birîndar bûne. Di nava van sivîlan de tê zanîn ku gelek zarok û jin jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk li Efrîn û Qereçoxê dide YPGê jî bersiv dide
    Artêşa Tirk Efrîn FMê bombebaran kir weşana radyoyê sekinî
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    Etîketan:
    mirî, zarok, Sivîl, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de