04:52 21 Nîsan 2018
    berhemên dîrokî

    Artêşa Tirkiyê li Efrînê perestgeheke dîrokî rûxand

    © AFP 2018/ JOSEPH EID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 03

    Artêşa Tirkiyê ya ku êrîşî Efrînê dikin, perestgeha dîrokî ya li gundê Eyn Dara bi balafiran rûxand. Buyer ji aliyê Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê û hikûmeta Sûriyê ve jî hat piştrast kirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ev êrîşên li ser cihên dîrokî werin sekinandin.

    Gundê Eyn Dara yê dîrokî, perestgeheke ku temenê wê nêzî 2 hezar salane dihewîne û perestgeh ji kevirên reş yên bazalt hatiye çêkirin. Di perestgeha ku li ser dîwarên wê, rolyef û bermahiyên kevn hene, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate bombebaran kirin û zirareke mezin dît.

    Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê jî ragihand ku perestgehê di encama bombebaranê de zirareke mezin dîtiye.

    Herwiha rayedarekî ji hikûmeta Sûriyê yê berpirsên qadên dîrokî bang li civaka navneteweyî kir ku, ji bo nirxên kulturî û deverên arkeolojîk neyên bombebaran kirin bila fişarê bikin.

    Derbarê bûyerê de Tirkiyê tu daxuyanî nedan.

    Herwiha hêjayî gotinê ye, di şerê Sûriyê de ku ji salan 2011an ve destpêkiribû heya îro, bajarê antîk Palmîra û Heleba kevn ku di nav Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Unesco de cî digrin ji aliyê DAIŞê û cîhadîstan ve hatibûn rûxandin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Palmîra bû nîşaneya rizgarkirina mirovahiyê ya Rûsya ye
    Li Palmîra ya ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin dema konsertê
    Palmîra ji bo sûriyeyî yan Stalingrada îroyî ye
    Palmîra bi piştgiriya Rûsyayê ket bin kontrola Artêşa Sûriyayê
    Esad bajarê Palmîra ji DAIŞê stand û ala serketinê daliqand
    Etîketan:
    dîrokî, perestgeh, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de