07:36 27 Nîsan 2018
    Ryan Dillon

    Berdevkê Hevpeymanê: Em ê piştgiriya HSDê bikin

    © AP Photo / Karim Kadim
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku wan bi aşkereyî ji Tirkiyê re gotiye ku em ê piştgriya HSDê bikin û em ê li Mınbicê bimînin.

    Berdevkê Hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike Ryan Dillon, da zanîn ku wan bi zelalî ji Tirkiyê re gotine ku em ê piştgiriya HSDê berdewam bikin.

    Ryan Dillon beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû û bersiva pirsan da.

    Dillon derbarê alîkariya çekan a ji bo HSDê de got: "Em bi berdewamî li hember DAIŞê piştgriya HSDê dikin. Wekî ku me berî niha jî gotibû em dîsa dubare dikin.; em çekên pêwist yên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê didin. Me bi awayekî zelal ev ji Tirkiyê re jî got."

    'TIRKIYE PIR BAŞ DIZANE BÊ KOALÎSYON ÇIMA LI MINBICÊ YE'

    Dillon aşkere kir ku dê hêzên hevpeymanê li Mınbıcê bimînin weha pê de çû: "Tirkiye pir baş dizaen bê çima hêzên koalîsyonê li wî bajarî ne. Mınbıc li vî aliyê Fıratê ye û di jêr kontrola HSDê de ye."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa hevpeyman li başûrê paytext hinek herêm kontrol kirin: Bi 10an kuştî
    Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
    Koalîsyona hevpeyman: DAIŞî daketin aliyê paytex
    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'
    Sûriyeyê bangî NYyê kir ku hevpeyman 'tawanên xwe yên leşkerî' rawestîne
    Raporta NATOyê: Hevpeyman dê nikaribe êrîşeke muhtemel a Rûsyayê têk bibe
    Etîketan:
    HSD, hevpeyman, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de