14:49 22 Gulan 2018
    Artêşa Sûriyê

    Artêşa Sûriyê li Hama, Heleb û Idlibê êrîşî Fetih el Şamê kir

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyê ku operasyonên xwe yên li rojhilatê Idlibê berdewam dike, li herêma ku bajarên Hama, Heleb û Idlib lê digihin hev êrîşî Fetih el Şamê (bi navê xwe yê berê El Nusra) kir.

    Li gor agahiyên ku ji herêma gihane ber destê Spûtnîkê, yekîneyên piyade yên Sûriyê li bajarokê El Saan yê li rojhilatê Helebê şûnewarên nû rizgar kirine.
    Piştî ku artêşa Sûriyê li Hecîla, Toteh û Anik êrîşeke dijwar bire ser Fetih el Şamê, terorîstan dev ji çeperê xwe berdan.

    Bi saya operasyonan li gel rêya Xaneserê rêyeke din jî ji bo hatûçoyê hate vekirin.

    'DI DORÊ DE BAJAROKÊN KEFRAYA Û FUA HENE'

    Hêzên hikûmeta Sûriyê ku baregeha herî mezin ya duyemîn a Sûriyê Ebu Duxur rizgar kirin, te payin ku artêş dorpêça li bajarokên Kefraya û Fuayê jî bişkîne.

    'HERÊMÊN LI BAŞÛRÊ IDLIBÊ PIR BILEZ HATIN RIZGARKIRIN'

    Jêderekî ku beşdarî operasyonên leşkerî yên li Idlibê bibû diyar kir ku, artêşa Sûriyê hemû herêmên li başûrê Idlibê gelekî bilez rizgar kirine.
    Jêder li gotinên xwe zêde kir ku, piştî rizgarkirina baregeha Ebu Duxur û bajarok3en li herêmê, hatûçoya bejahiyê jî bi awayekî diyar ewletir û zêdetir bûye.

    Bi heman mijarî:

    Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
    Hat îdîakirin ku Mike Pence serdana baregehe leşkerî ya nêzîkê sînorê Sûriye kiriye
    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin
    Sûriye: Hebûna we ya leşkerî ne meşrû ye
    Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike
    Sûriye, wê yek ji wan mezintirîn navenda sporê temîr bike
    Etîketan:
    êrîş, idlib, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de