22:24 19 Nîsan 2018
    Civînên Cenevê bi Opozîsyona Sûriyê re

    Siyasetmedarê kurd Ebdulbasit Seyda ji Oposîzyona Sûriyê îstîfa kir

    © AFP 2018 / POOL
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Siyasetmedarê Kurd Ebdulbasit Seyda ragihand ku ji Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê vekişiyaye û diyar kir ku sedema vekişîna wî ji ber helwêsta opozîsyonê ya li hember êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê ye.

    Hat ragihandin ku; Ebdulbasit Seyda ji Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Seyf û endamên Encumena Giştî ya Îtilafê re nameyek şandiy û di nameya xwe de diyar kiriye ku: "Ji ber ku ez ji encamên pratîk û siyasî yên ku haya min jê tine ye li paş wan çi heye nebim berpirsyar û ji ber helwêsta Îtilafa Niştimanî ya li hember bûyerên ku li devera Efrînê diqewimin, ez radigihînim ku ji endamtiya Îtilafê vedikişim".

    Seyda di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ewê li hember projeya niştimanî ya Sûriyê wefadar bibe.

    Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihandibû ku ew piştgirî didin operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    ‘Bi operasyona Efrînê kurd bêtir nêzî Amerîkayê bûn'
    Ji NATOyê peyama Efrînê: Divê Tirkiye di bikaranîna hêzê de bi pîvan be
    'Amerîka bi kurdan re dualî dilîze'
    Li Efrînê rewşa jiyana rojanê ya piştî operasyona Tirkiyê
    Parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet ji bo Efrînê li dar dixe
    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa: Divê Amerîka qada ji bo firînê qedexe ragihîne
    Etîketan:
    Opozîsyon, Efrîn, Ebdulbasit Seyda, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de