07:41 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Li Efrînê rewşa jiyana rojanê ya piştî operasyona Tirkiyê

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Rojnameger û sivîlên ji Efrînê ragihandine ku li Efrînê jiyana rojane ji ber êrîşên Tirkiyê guheriye û diyar kirine ku heya niha kesî ji Efrînê bar nekiriye, berovajî vê kesên li gundên derdora Efrînê koçî navenda Efrînê kirine.

    Rojnameger û hinek sivîlên ku li Efrînê dijîn ji BBC Tirkî re axivîn û diyar kirin ku, kesên li gundê nêzîkî sînorê Tirkiyê dijîn barkirine navenda bajêr. Niştecihekî Efrînê ragihandiye ku, rêya diçe Helebê ji aliyê leşkerên Sûriyê û milîsên Şiî ve hatiye girtin û ew jî tenê destûra wesayitên ku xworekan tînin didin. Kesekî din jî gotiye: "Mirov nikarin biçin Bakuri Tirkiyê, li sînor dê werin kuştin. Nikarin biçin Idlibê li wê derê jî Îslamîst hene. Nikarin biçin herêmên rejîmê jî lewra salên dirêje bi rejîmê re kêşe hene.

    "NOQTEYÊN SIVÎL JÎ HATINE BOMBEBARAN KIRIN'

    Niştecihên bajêr ku agahî dane diyar kirine ku di êrîşên hewayî yên Tirkiyê de cihên sivîl yên wekî benzînxanê û febrîqayan jî hatine bombebaran kirin û gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

    'GELÊ EFRÎNÊ AMADEKARIYÊN XWE KIRINE'

    Niştecihên bajêr radighînin ku di malên gelek kesand e stargeh hene û di dema êrîşên hewyaî yên Tirkiyê de ew dadikevin stargehan. Herwiha gel ji berê ve di stargehan de xworekên xwe kom kirine û bi slane ji bo vê yekê amadekarî kirine.

    'BERTEK HERÎ ZÊDE LI HEMBER RÛSYA û AMERÎKAYÊ NE'

    Rojnamgerekî Efrînî diyar kiriye ku derbarê operasyonê Tirkiyê de gelê Efrînê hem li hember Rûsya û Amerîka hem jî li hember rejîmê bertekan nîşan dide. Heman rojnamegerî destnîşan kir ku, li hember Rûsya hêvî şikestineke mezin heye û mirov dibêjin em bi salan li vir bi aramî dijîn. Rûsya li hember çi dest ji vir berdan?"

    'YPGyî NE Bİ ROJ Bİ ŞEV DERDIKEVIN'

    Li gor agahiyan jî endamên YPGê yên li bajêr bi roj li derdorê xuya nakin lê êvaran derdikevin û çalakiyan li dardixin. Jêderên ku axivîne dibêjin, YPG hin derên ku bi roj ASA distîne, êvarî ji wan distîne û êvaran li dijî ASAyê operasyonan pêk tîne.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    Etîketan:
    Êrîş, Tirkiye, Efrîn, BBC Tirkî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de