10:41 23 Nîsan 2018
    Efrîn operasyon

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa: Divê Amerîka qada ji bo firînê qedexe ragihîne

    © REUTERS / Osman Orsal
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji bo rojnameya Washington Post derbarê operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de gotarek nivîsî. Hêvî Mistefa bang li Amerîka kir ku qada ji bo firînê qedexe ragihîne.

    Di nivîsara bi sernavê 'Em hewl didin li Sûriyê demokrasiyê avabikin. Baş e Tirkiye çima êrîşî me dike?' de Mistefa diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bo ku li Efrînê şer bide destpêkirin bi biryare û vê yekê jî ji bo ku bala gelê Tirkiyê ji rêveberiya xwe ya otorîter vekişîne dike.

    Mistefa destnîşankir ku DAIŞê tu wextî dereke li Efrînê kontrol nekiriye û ji ber vê jî leşkerên Amerîkayê li vê derê tuenene û ew jî berdêla vê yekê didin. Mistefa da zanîn ku, ji herêmên din yên li Bakurê Sûriyê bi awayekî cuda li Efrînê baregehên Amerîkayê an jî qadên wê yên raçaviyê tune ne û got: "Vê rewşê wêrekî da Erdogan ku di jêr navê têkoşîna li dij terorê şerê me bike. Ew hemû kurdan wekî terorîst dibîne."

    Hêvî Mistefa aşkere kir ku, dîplomasiya ku Amerîka dimeşîne li ser Tirkiyê karîgeriyeke zêde nake û ev rewş ne cihê şaşwaziyê ye. Erdogan, li hemberî rejîma Esad piştgirî neda alternatîfeke demokratîk û li hember El Kaîdê yê piştgirî neda Amerîkayê. Hêzên me yên parastinê, li herêmên ku niha El Kaîde bi awayekî zêde li wan heye, gelek kesên ji Sûriyê ku xwedî fikrekî demokratîk in, beşdarî nav xwe kirin û ji bo ku vê gefa li hember ewlehiya cîhanê ji holê rakin amade ne bi Amerîka re kar bikin. Ji bo em vê yekê bikin wekî ku berî niha Amerîka û Rûsya li hev kiirbûn ûn nehiştibûn, hêzên hewayî yên Sûriyê HSDê bombebaran bikin, divê dîsa hevpeymaneke ku qada hewayî ji bo firînan qedexe dikin pêk werînin. Lê belê divê Washington bilezîne. Lewra wext kêm dibe."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Etîketan:
    Amerîka, Efrîn, Dîplomasî, Hêvî Mistefa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de