17:22 24 Nîsan 2018
    YPG

    Birêveberiya Xweser a Cizîra Rojavayê serferberî ragihand

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Birêveberiya xweser ya demokrat a li Herêma Cezîrê ya Rojavayê bi daxuyaniyeke banga serferberiyê û rahiştina çekan kir û ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest ku biryareke cidî û bihêz bide ku" rê li ber operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê bigire û kuştina sivîlan rawestîne".

    Di wê daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst e, Tirkiye zanibe ku îradeya gelan nayê şkandin û em dê hemû berevaniyê di ber Efrînê de bikin û em ji gelê xwe yê serfiraz dixwazin ku berevaniyê di ber Efrînê û rûmeta wê de bike û Efrîn dê weke Kobaniyê û tevahiya bajarên din yên Sûriyeye bi ser keve".

    Herwiha daxuyanî dibêje: "Hevdem li gel vê bangê, em civaka navdewletî bi temamî li pêşiya berpirsatiya sincî û mirovatî datînin û em ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî dixwazin ku rê li ber êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê bigire".

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Tillerson ji bo Efrînê: Bifikar in
    Ciwan Haco bo êrîşa li ser Efrînê got: Êrîş li dijî gelê kurd e, ne li dijî partiyekê ye
    NATOyê derbarê Efrînê de daxuyanî da: Divê xweparastina Tirkiyeyê bi pîvan be
    HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin
    Rayedarê Rojavayê: Rûsyayê pêşniyar kir ku em Efrînê radestî Şamê bikin
    Mogherini: Em ji operasyona Efrînê gelek bi fikar in
    Etîketan:
    Rojava, Sûriye, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de