06:26 27 Gulan 2018
Efrîn protesto - YPG

Independent: Şerekî dirêj li pêşberî Tirkiyeyê ye

© AP Photo / YPG Press Office
Sûriye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 20

Rojnameya Independentê ya brîtanî derbarê rewşa dawî ya Efrînê de raporteke weşand û diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê heta niha çend gundên sînorî girtine ku ev jî nîşan dide ku Operasyona Efrînê dê dirêj bike.

Di destpêka raportê de rojnameya brîtanî Independentê diyar dike ku "Tirkiye hêvî dike ku serkeftineke lezgîn li Efrînê bi dest bixe lê leşkerên wê û milîtanên sûrî yên hevbendên wê tûşî êrîşên kontrayê yên hêzên kurdî tên"

herwiha di berdewamiya de balê dikişîne ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ku li herêma Rojhilatê Firatê şerê DAIŞê dike û wiha dibêje: "Tê ragihandin ku ku amadekariyê dikin ku ji baregehên xwe yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bişîne ku bi hezaran leşkerên wan heta vê dema dawî şerê DAIŞê dikir."

Hêjayî gotinê ye ku Reutersê duh ragihandibû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dinirixînin ku piştgiriyeke leşkerî bişînin Herêma Efrînê da ku li dijî operasyonê Tirkiyeyê şer bikin.

"350 GUNDÊN EFRÎNÊ HENE Û DI SÊ ROJAN DE TENÊ ÇEND GUNDÊN SÎNORÎ HATINE GIRTIN"

Ala Amerîkayê
© Foto : East News/ UPI Photo / eyevine
Herwiha rojname balê dikişîne ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ku gotibû "veger ji operasyona Efrînê tine" û diyar dike ku dê zehmet be ku hêzên YPG zûka ji Efrînê bên derxistin û wiha dewam dike: Heta niha êrîşa Tirkiyeyê di sê rojan de tenê çend gundên nêzîkî sînor girtine û 350 gund li Efrînê hene."

Li gorî nûçeyê, "pêwîstiya Tirkiyeyê heye ku serkeftineke lezgîn li Efrînê bi dest bixe, ji ber ji aliyê dîplomatîk ve hatiye îzolekirin û fişareke navdewletî ji bo bidawîkirinê şerî heye ku roj bi roj zêde dibe."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in
Balafirên şer ên tirk Efrînê bombebaran dikin
Rojnameya ji bo êrîşa li dijî Efrînê got 'dagirkerî' piştî gotinên Erdogan rastî êrîşê hat
YPG: Artêşa Tirkiyeyê ji aliyê Ezazê ve jî êrişî Efrînê dike
Erdogan: Em ji operasyona Efrînê venagerin
Îngiltereyê li ser operasyona li dijî Efrînê daxuyanî da
Etîketan:
HSD, YPG, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de