18:26 19 Nîsan 2018
    HSD

    Aldar Xelîl: Tu wateya kongreya Soçiyê nema

    © AFP 2018 / Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku tu wateya beşdariya di Kongreya Diyalogên Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dê li Soçiyê bê lidarxistin, nemaye.

    Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê di 29-30ê Rêbendanê li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê tê lidarxistin. Aldar Xelîl beriya niha dîsa ragihandibû ku ji bo Soçiyê hatine vexwendin û dê beşdarî civînê jî bibin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî doh bi daxuyaniyekî diyar kiribû ku dê kurd bên vexwendin. Herwiha Nûnerê Rojava li Moskowê Rodî Osman jî doh ragihandibû ku ji bo Soçiyê nehatine vxwendin.

    Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re axivî û got ku: "Di bin siya êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê ku bi rêkeftina li gel Rûsyayê hat kirin, tu wateya beşdariya Soçiyê nema ye."

    Bi heman mijarî:

    Ji Tirkiyê bo Amerîkayê: Divê hemû çekên wan bên komkirin
    Ji Almanyayê banga Efrînê ji KENYyê: Bi berpirsiyarî tevbigerin
    Ji Neteweyên Yekbûyî yekem daxuyaniya Efrînê: Hewldanan dest pê kir
    Lavrov: Armanca bingehîn a Soçiyê birêvebirina pêvajoya Cenevê ye
    ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
    Etîketan:
    kongre, Reuters, Aldar Xelîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de