03:09 23 Nîsan 2018
    Efrîn Rojava Kurd - Sûriye

    Qeredaxî: Êrîşa Efrînê siyasî ye û ji bo vê divê Îslam neyê bikaranîn

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Yekîtiya Cîhanê ya Zanyarên Misilmanan Profesor Elî Qeredaxî ji ber êrîşa li dijî Efrînê dilgiraniya xwe anî ziman û diyar kir, li şûna ku Tirkiye êrişî Efrînê bike, diviyabû êrişî rejîma Esad bikira.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Qeredaxî ji ber êrişa Tirkiyeyê li ser Efrînê dilgiraniya xwe anî ziman û got: "Em Nîgeran in ji wê êrişa dilsoj a ku ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) li dijî Efrînê hatiye destpêkirin. Me dixwest ku ev êriş li  ser rejîma Sûriyeyê ba ne kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku li dijî DAIŞê qurbanî dane."

    Elî Qeredaxî Serokê Amerîkayê Donald Trump li hember rewşa niha ya li Efrînê weke berpirsyar bi nav kir û got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber fê fitneye berpisyar e." û wisa berdewam kir, "berpirsyariyeke mezin dikeve ser stûyê wî ku ev fitne çê kir û got; ku em dê artêşekê li ser sînorê Sûriyê ava bikin, niha jî bêdeng e li hember êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê."ev pirsgirêk bi rêyên leşkerî çareser nabe û pêwîst e ku bi gotûbêjan were çareserkirin."

    Qeredaxî herwiha xwest ku şandeke mezin li Kurdistanê were pêkanîn, da ku li gel şandeke Tirkiyeyê bicive û çareseriyeke aştiyane ji vê mijarê re bibînin. Qeredaxî bikaranîna ola Îslamê û helwesta diyanetê ya li hember operasyonan jî rexne kir û got: "Ev êriş siyasî ye û ji bo berjewendiyan e. Em li dijî wê yekê ne ku li ser navê ola Îslamê ev kar were kirin."

    Bi heman mijarî:

    HDPyiyên ku parlementeriya wan hate betalkirin dane îcrayê
    AKP dixwaze unwana ‘gazî' bide Erdoganî
    Pence: amerîkî û îsraîlî ji bo ewlehî û dahatuya xwe ligel hev disekinin
    Parlamentarên rûsî ji bo Efrînê lutkeya çaralî pêşniyar kirin
    NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de