13:59 25 Nîsan 2018
    Daxuyaniya 40 partî û komelan ji bo Efrînê - Hewlêr

    Ji 40 partî û komelan banga Efrînê: Bi hawarê de herin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Piştî civîna 22yê Çileyê ya li Hewlêrê ku 40 partî, bizav û komel ji bo êrîşa ser Efrînê binirxînin hatin ba hev, daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin. Di daxuyaniyê de, êrîşa ser Efrînê hat şermezarkirin û banga hawarçûna xelkê sivîlên Efrînê li civaka navdewletî hat kirin.

    Civîna li Hewlêrê li ser daxwaziya Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweya Demokratî ya Kurdistanê Xefur Mexmur hatibû lidarxistin û nûnerên 40 partiyên siyasî yên kurdî ji her hemû beşên Kurdistanê beşdarî kirin.

    Di civînê de, herwiha hin partiyên mesîhî û turkmanî jî amade bûn.

    Sekreterê Giştî yê YNDKê Xefur Mexmurî li hemberî êrîş û operasyona ser Efrînê bal kişand ser yekrêziyê.

    Di beyanameya piştî civînê de hat ragihandin, "Ya niha li ser Efrînê tê kirin nêzîk e bibe jenosîd û tawaneke li hemberî tev pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê yekê em li hember wê tawanê bêdeng nabin û êrîş û moşekbarana dirindane ya Tirkiye bi ser welatiyên sivîl li Efrînê ji dirêjya wê planê ye ku li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye encamdan. Em gelek bi tundî wan êrîşan şermezar dikin û di heman demê de piştevaniya xwe jî ji bo xebata rewa ya gelê Rojavayê Kurdistanê û berxwedana merdane ya YPGê û YPJê radigihînin."

    Herwiha di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî hat kirin û hat gotin, li hember operasyona Tirkiyê helwestê bigirin û bi hawara xelkê sivîlên Efrînê de herin.

    Hat gotin ku li herêma Kurdistanê tenê Partiya Demokrata Kurdstanê û her sê partiyên Îslamî, Yekgirtû, Komel û Bizava Îslamî beşdarî civînê nebûn.

    Li Herêma Kurdistanê ji 40 partiyên siyasî daxuyaniya Efrînê - Hewlêr
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li Herêma Kurdistanê ji 40 partiyên siyasî daxuyaniya Efrînê - Hewlêr

    Navên partiyên beşdarên civînê:

    1 — yekêtî nîştmanî kurdistan 2- bizûtnewey goran 3- hizbî komista kurdistan 4- yekêtî neteweyî dîmukratî kurdistan YNDK 5- hizbî zehmetkêşanî kurdistan 6- hizbî sosyalîst dîmukratî kurdistan 7- partî kirêkaran û rencderanî kurdistan 8- bizûtnewey dîmukratî gelî kurdistan 9- koma civakên kurdistan KCK 10- partî yekêtî dîmukratî kurd li surya (yekêtî) 11- hizbî pêşveroy dîmukratî kurd li surya 12- partî yekêtî dîmukrat PYD 13- komeley zehmetkêşanî kurdistan 14- hevbendî nîştîmanî kurd li surya (HEVBENDI) 15- komele — rêkxrawî kurdistanî hizbî komonîstî lran 16- hizbî dîmukratî bêt nehrên "Mesîhî"17- hizbî dîmukratî kurdistanî lran 18- encûmenî gelî kildanî sryanî aşûrî 19- partî azadî kurdistan PAK 20- hizbî dîmukratî kurdistan 21- partî wîfaqî dîmukratî kurd li surya 22- partî dîmukratî kurd li surya (alpartî) 23- sazmanî xebatî kurdistanî lran 24- partî dîmukratî gelan HDP 25- partî gelî turkman 26- komeley lîbralî turkman 27- tevgerî azadî kurdistan 28- tevgerî komelgay dîmukrat TEVDEM 29- hizbî pêşkewtnxwazî dîmukratî kurdistan 30- bizûtnewey aştîxwazanî kurdistan 31- bizûtnewey rizgarî dîmukratî kurdistan 32- partî neteweyî kurdistan 33- partî birayetî kurdistan PBK 34 — partî azadî kurdistan li surya PAK.S. 35 — hizbî rizgarî kurdistan 36 — partî serbexwe y Kurdistan. 37 — tevgerî nujenî kurdistan — surya. 38 — destey serokayetî hizbî rizgarî Kurdistan. 39 — partî komarî kurdistan 40 — partî serbestî Kurdistan.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê bangewaziya Efrînê li Tirkiyê kir: Sînordar û bi pîvan bin
    ASAyê got, ‘Em ji girê Qestelê vekişiyan’ YPGê got, ‘Reviyan’
    Lavrov: Armanca bingehîn a Soçiyê birêvebirina pêvajoya Cenevê ye
    Ji Neteweyên Yekbûyî yekem daxuyaniya Efrînê: Hewldanan dest pê kir
    Ji Almanyayê banga Efrînê ji KENYyê: Bi berpirsiyarî tevbigerin
    Ji Tirkiyê bo Amerîkayê: Divê hemû çekên wan bên komkirin
    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat binçavkirin
    Etîketan:
    Efrîn, sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de