07:11 24 Gulan 2018
    Dîwar - Rojava - sînor

    Çar top avêtin derdora Amûdê

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çar topên hawanê ji aliyê Tirkiyeyê ve li derdora bajarê Amûdê yê Rojavayê de ketin.

    Radyoya ARTA Fmê ya ku navenda wê li Amûdê ye, ragihand ku ji aliyê Tirkiyeyê ve şeş top bo derdora bajarê Amûdê hatine avêtin.

    Herwiha niştîciheke bajarê Amûdê bi navê Şêrîn Îbrehîmê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku "berî 20 deqîqeyan 5 top li nêzîkî Amûdê ketine."

     

    Hîn hêzên Asayîşê jî derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye lê hinek bikarêhnerên medyaya civakî radigihînin ku top li girê Hemdûnê yê navbera bajarê Amûdê û Dirbêsiyê ketine.

    ​Medyaya herêmî radigihîne ku rewş niha aram e.

    Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirkiyeyê vê sibehê bajarê Serê Kaniyê û Dêrikê jî dabûn ber topan û di encamê de li Serêkaniyê sê kes birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Efrîn û Şêxmeqsûd di bin êrişan de ne
    YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
    YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
    Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
    Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    Etîketan:
    tirkiye, Amûdê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de