15:38 25 Gulan 2018
HSD

HSDê agahiyên dawî yên operasyona li dijî Efrînê eşkere kirin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 21

Berdevkê HSDê Kîno Gebrîlî diyar kir ku 18 sivîl di encama operasyonên Tirkiyeyê li dijî Efrînê de hatine kuştin û herwiha 40 leşker ên Tirkiye û yên Mertala Firatê de jî hatine kuştin". Gebrîlî ragihand ku sê endamên HSDê jî jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku "ji ber topbaran û bombebarana hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, 18 sivîl şehîd ketine û 23 birîndar bûne ku zarok û jin di nav wan de hene."

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku" ji Artêşa Tirkiyeyê û Mertala Firatê jî 40 leşker hatine kuştin û nêzîkî 300î jî birîndar bûne."

Di berdewamiyê de diyar kir ku sê endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî di parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest daye.

Bi heman mijarî:

Li Tirkiyeyê balafireke leşkerî ket: 3 kes mirin
Tirkiye ji bo operasyona Efrînê li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê sewqîyata leşkerî dike
Azad Cebarî: Şandeke MITê ya Tirkiyeyê duhî li Kerkûkê bû
Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîka ya li ser YPGê
Etîketan:
HSD, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de