19:42 21 Sibat 2018
Zindî
    Li herêma El Waerê alayên rûs û Sûriyeyê hatin daleqandin

    Vexwendina fermî ji bo Kongreya Diyalogên Sûriyeyê ji Iraq û Misrê re hat şandin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezaretên Karên Derve yên Misrê û Iraqê ragihandin ku vexwendin ji Rûsyayê ji bo beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê ku di 29-30 Rêbendanê li Soçiyê ya Rûsyayê bê lidarxistin wergirtine.

    Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser hesaba xwe ya facebookê diyar kir ku, "Iraqê vexwendina fermî ji bo beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê ji Rûsyayê wergirtine."

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Balyozê rûsî yê li Iraqê Sergey Maksîmov, li ser navê Wezşrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov vexwendinê ji Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm el Caferî re ragihandiye.

    Wezareta Karên Derve ya Misrê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîza siyasî ya li Sûriyeyê ji Rûsyayê vexwendin wergirtine.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Bila rêz ji yekîtiya axa Sûriyeyê re were giritn
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî Fetih el Şamê operasyon da destpêkirin
    Lavrov û Tillerson ji bo bakurê Sûriyeyê axivîn
    Sererkanê Rûsyayê Gerasimov bi hevkarê xwe yê amerîkî re rewşa Sûriyeyê axivî
    Îran: Operasyoneke leşkerî li Sûriyeyê dê bandorê li kongreya li Soçiyê bike
    Etîketan:
    vexwendin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de