07:09 24 Gulan 2018
    YPG - HSD Kurdên Sûriyê

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê ji aliyê Ezazê ve jî êrişî Efrînê dike

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13

    Fermandarê YPGê ji Efrînê bo Sputnikê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bi piştgiriya milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji aliyê Ezazê ve operasyon daye destpêkirin.

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo diyar kir ku Artêşa Tirkiye û milîtanên ASAyê ji aliyê Ezazê ve dest bi operasyonê li dijî Efrînê kirine. Ji bo ku derbasî Efrînê bibin, lê rastî bersivekî tund tên û nikarin derbasî bibin. Beriya destpêka operasyonê balafirên şer demeke herêmê bombebaran kirin. Ji ber ku amadekariyên me li herêmê xurtin nikarin pêşve biçin.

    Ebdo diyarkirin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê heta niha navenda bajêr bombebaran nekirine. Lê di encama bombebarana balafirên tirk de heta niha 13 sivîl jin û zarok jî di nav de hatine kuştin û 2 şervanên YPGê hatine kuştin. Me îro wan kesên kuştî binaxkir. Lê di rojên beriya me de em ê hejmara kesên kuştî bi giştî ragihînin.

    Etîketan:
    operasyon, YPG, Sputnik, Behçet Ebdo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de