08:53 20 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    Fermandarê YPGê li Efrînê: Bombebaran dewam dike lê hîn bostekê jî bi pêş de neçûne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 50

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku bombebarana Tirkiyeyê heta niha dewam dike lê Artêşa Tirkiyeyê neketiye bosteke axa Efrînê.

    Artêşa Tirkiyeyê beriya sê rojan operasyona leşkerî li dijî Efrînê dabû destpêkirin û balafirên şer ên tirk gelek deverên Efrînê bombebaran kiribû. Li ser operasyona artêşa tirk Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo derbarê rewşa dawî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Tirkiye neketiye bosteke axa Efrînê.

    Bi rastî ku em bibêjin ev 3 rojin topbaranekî zêde li dijî Efrînê heye. Blafirên şer tim li ser Efrînê digerin û Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) firînên keşfê pêk tînin. Bi xwe jî dibêijn ku em operasyon çawa pêk tînin. Niha jî balafirên şer hin deveran bombebaran dikin. Lê bi rastî ez wek Serokê Komîteya Parastina Efrînê dikarim bibêjin ku postekî jî axa Efrînê niha neketiye destê Artêşa Tirkiyeyê. Doh hewldan ku ji gundên Edema û boriyan ve bikevin axa Efrînê, lê ev helwdan hat şkandin.

    Herwiha ji ber qutbûna pêwendiya bi Fermandarê YPGê re, ajansa Sputnikê nekarî agahiyên zêdetir bi dest bixe.

    Bi heman mijarî:

    Pir: Tirkiye, peymanên NY û NATOyê binpê dike
    Fermandarê Pêşmergeyan: Em amade ne hêzên xwe bişînin Efrînê
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî Fetih el Şamê operasyon da destpêkirin
    Li Amedê bi hinceta ku propagandaya PKK/PYDê kirine 8 kes hatine desteserkirin
    Walîtiya bo piştgiriya operasyonan xwest ku li mal û kargehan ala Tirkiyeyê bê daleqandin
    Etîketan:
    operasyon, YPG, Sputnik, Behçet Ebdo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de