13:59 25 Nîsan 2018
    Deyr ez Zor- YPG

    ​Fermandarê YPG spasiya Misirê kir

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Piştî Misirê ragihand ku operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê nayê qebûlkirin, Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo spasiya Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û gelê Misirê kir.

    Ebdo li ser kanala TeN Tvyê axivî û got: "Em eşkere spasiya gel, serkirdayetî û hikûmeta Komara Misirê dikin û herwiha spasiya Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsiyî dikin ji bo helwestên wî yên ji bo gelên çewisandî û nexasim gelê kurd."

    Ebdo bi tundî dev avêt operasyona Artêşa Tirkiyeyê li ser Efrînê û ew tawanbar kir ku" xwedî li terorê derdikeve".

    Herwiha fermandarê YPGê îdîa kir ku "Dewleta Tirkiyeyê hewl dide dewleta Osmanî vegerîne û mîsaqa milî vegerîne."

    Misirê îro ragihandibû ku operasyona Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê nayê qebûlkirin û got ku ev binpêkirineke nû ye ji serweriya Sûriyeyê re.

     

    Bi heman mijarî:

    'YPG dikare bersiva komên çekdar û terorîst bide'
    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Piştî Erdoganî, Yildirimî jî YPG tehdîd kir
    Erdogan: Ne PKK, ne YPG nikare tiştekî bi me bike
    'YPG û HSD 'Artêşa Bakurê Sûriyê' ya 100 hezar leşkeran ava dikin'
    Etîketan:
    Efrîn, Misir, spasî, Behcet Ebdo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de