20:10 21 Sibat 2018
Zindî
    HSD / Reqa

    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi bîr anî ku armanca damezirandina wan têkoşîna li dijî DAIŞê ye û diyar kir ku dibe operasyona Tirkiyeyê li dijî kurdên Sûriyeyê careke din rê li ber wê veke ku DAIŞ ji nû ve derkeve.

    HSDê di daxuyaniyekê de dibêje: HSD tevgereke aştiyê ye ku lê dixebite, DAIŞê têk bibe û istiqrarê bîne Sûriyeyê. Ji bilî DAIŞa ku bi saya şervanên me yên leheng 'li goristanê bûye, neyariya me bi ti kesî re tine."

    Herwiha HSDê diyar kir ku operasyonên wan ji bo têkbirina DAIŞê li rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û wiha pê de çû: "Di nav 24 saetên dawî de, me gelek lehengên xwe di şerê li dijî DAIŞê de ji dest dan. Operasyon di qanaxa bidawîbûnê de ye û em amade ne operasyonê bi dawî bikin lê ev êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ku nedihatin payîn, bûne tehdîd ku DAIŞ ji nû ve veje.
    Ji aliyê din ve, HSDê îdîayên ku şervanên êrîşî Tirkiyeyê kiriye red kirin û teqez kir ku ti planên wan tine ne ku êrîşî axa Tirkiyeyê bikin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ev îdîa ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn da ku leşkerên xwe û komên dijber ên tundrew têxe erda wan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'
    Bagdasarov: DYA bi buhayê 3 milyar dolaran çek dane HSDê
    Koalîsyona navdewletî: Piştgiriya me yê bo HSDê dê dewam bike
    HSDê derbarê îdîayên 'miwade'ya bi DAIŞê re daxuyaniyek da
    DAIŞê êrişî noqteyên HSDê yên Siwêdan û Ebû Hemamê kir: 46 kuştî
    Komên girêdayê ASAyê êrişî çeperên HSDê kirin
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê ya avakirina navenda kordînasyona hevpar
    HSDê kembera ewlehiyê ava kiriye
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Sûriye, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de