07:46 24 Nîsan 2018
    Efrîn Rojava Kurd - Sûriye

    Li Efrînê jiyan asayî ye: Em natirsin!

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    120

    Piştî bombardiman û operasyona artêşa Tirkiyê ya bi ser Efrînê de ku doh 20ê Çileya 2018an destpê kir û îro 21ê mehê jî hewl tê dayîn bi rêya bejahî berdewam bike, li nav bajarê Efrînê ji aliyekî ve metirsiya şer û xweparastina sivîlan heye, li aliyekî din jî jiyan berdewam dike.

    Di dîmenên li ser medya civakî yên îro ji Efrînê hatine parvekirin de, xuya dibe ku kargehên li bajarê Efrînê karê xwe berdewam dikin û ji aliyekî ve jî xwe ji bo parastin û rûbirûbûna şer amade dikin.

    Li gor wêne û vîdyoyên ji nav bajarê Efrînê têne belavkirin, xelkê bajêr ligel bombardiman û êrîşan jî bêtirs jiyana xwe didomîne û dibêje, "Em natirsin!'

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêrê operasyona li dijî Efrînê hat şermezarkirin
    Eşîrên erebên sûrî ji bo Efrînê daxuyanî dan: Bila kurd têkiliya bi Amerîkayê re bibirin
    Avahiya HDPê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin
    Lavrov û Tillerson ji bo bakurê Sûriyeyê axivîn
    Partî û saziyên kurdî bi yek dengî li dijî operasyona Efrînê ne
    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê dê ji bo Efrînê agahiyan bide 6 welatan
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de