22:03 21 Sibat 2018
Zindî
    PKK

    PKKê derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li dijî Efrînê daxuyanî da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ew ê li Efrînê têk biçe û dê PKK li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û banga seferberiyê li gelê kurd kir.

    Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne amadekariyên leşkerî dike. Birêveberên tirk diyar dikin ku di demeke kin de operasyona leşkerî li dijî Efrînê pêk bînin û dê destûrê nedin korîdorekî kurdî li herêmê bê avakirin. Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan ji televîzyona nêzî PKKê re li ser operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li dijî Efrînê axivî

    'DEWLETA TIRK NIKARE TÊKEVE EFRÎNÊ'

    Karayilan got: "Divê gelê me yê Efrînê û hemû gelên Kurdistanê bizanibin ku, hêza artêşa tirk tune ye ku karibe têkeve Efrînê. Artêşa Tirkiyeyê 9 mehan nekarî Nisêbînê zeft bike. Hemû leşkerên li Nisêbînê şer kirin, piştre nexweş ketin û dîn bûn, gelek leşkerên wan ji leşkeriyê reviyan. Sê mehan li Babê çûn û hatin. Cebel Akil a li pêşiya Babê girtin lê piştre milîtanên DAIŞê hatin ew qir kirin û tankên wan ji wan stendin. Gelo çawa Bab girtin? Bi alîkariya Rûsyayê, bi lihevkirina milîtanên DAIŞê re ketin Babê. Em 35 sal in li dijî vê dewletê şer dikin, dewleta tirk dengê wê heye lê di şer de pûç e. Dewleta tirk nikare têkeve Efrînê. Li hin cihan derfetan bibîne, heke Rûsya destûrê bide ew dixwaze şer bike. Lê ev tişt nayê vê wateyê ku karibe têkeve Efrînê."

    'HELWESTA AMERÎKAYÊ NE SAMÎMÎ YE'

    Karayilan wiha pê de çû: "YPG, YPJ û HSD li Rojava tenê ji bo xwe şer nekirin, ji bo hemû mirovayetiyê şer kirin. Paytextê DAIŞê ê bi dest xistin. Li hemberî vê berxwedanê, gelek dolabên din tên gerandin. Mesela rayedarekî amerîkî daxuyanî da û him Tirkiye, him Sûriye û him jî Îran tahrîk kir û piştre jî got ku, "Em heq didin fikarên Tirkiyeyê. Li Efrînê tu hebûna me tune ye.' Dixwaze bibêje ku hûn dikarin têkevin Efrînê. Lê mesela beşeke HSDê li Efrînê ye? Li holê tiştên ne samîmî hene. Him dagirkerên li ser Kurdistanê tahrîk dike û him jî dibêje ‘Jixwe em Efrînê naparêzin' Ev helwest, ne helwesteke rast e. Mirov ji vê helwesta wan dikeve nav gumanan."

    'DIVÊ JI ERDOGAN RE MIROV BIBÊJE ‘ÊDÎ BES E'

    Karayilan destnîşan kir ku divê hemû hêzên cîhan vî tiştî bibînin ku li Rojhilata Navîn heta ku doza kurdan çareser nebe, tu kêşe çareser nabe. Doza Kurdistanê dozeke girîng e. Divê hinek kes rabin vî tiştî ji Tirkiyeyê re bibêjin û bi wan bidin fêmkirin. Lê nabêjin. Çima? Ji ber ku ji Tirkiyeyê ditirsin. Ne ku Tirkiye xurt e. Dema ku vî tiştî ji Tirkiyeyê bibêjin ew ê nikaribin ji Tirkiyeyê sûdê werbigirin. Divê hêzên ku alîgiriya îstîkrarê dikin, hêzên demokratîk û humanîst divê êdî ji vê nijadperestiya Tirkiyeyê re bibêjin êdî bes e.

    'PKK Û YPG CIHÊNE PIŞTÎ ÊRIŞÊ EM Ê BIKIN YEK'

    Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê ragihand ku "êrîşa li ser Efrînê tê wateya êrîşa li ser hemû kurdan. Ew ê bibe wekî Berxwedana Kobanê. Efrîn neynika Kurdistanê ye. Li Efrînê Elewî, Êzidî hene. Her rengên kurdan li Efrînê hene. Heke ew êrîşî Efrînê bikin, ew ê PKK li vê rewşê temaşe neke. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re, peywira me parastina Kurdistanê ye. Li ku derê êrîşek li dijî destkeftiyên Kurdistanê hebe, em ê piştgiriyê bidin berxwedana li wê dere û em ê PKK û YPG cihê ne dê piştî êrişan bikin yek."

    'DIVÊ HER KES JI SEFERBERIYÊ RE AMADE BE'

    Karayilan got: "Dibe ku êrîşî Efrînê bikin. Divê amadekariyên wê baş were kirin. Ez bang li gelê kurd û ciwanan dikim, divê her kes ji seferberiyê re amade be. Ev têkoşîn û berxwedan e. Divê em vî tiştî baş bizanibin heke li Efrînê şer dest pê bike, ew ê ji bo Kurdistan û gelê herêmê serdemeke nû dest pê bike. Dahatû ya gelê me ye, ya berxwedana Efrînê ye û ew ê dijmin têk biçe. Serkeftin ew ê ya gelê me be."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Operasyona Efrînê dê PYDê bihêztir bike
    'Artêşa Tirkiyeyê gundekî nêzîkî Kobaniyê topbaran dike'
    'Artêşa Sûriyeyê milîtanên Fetih El Şamê dorpêç kirin'
    Aldar Xelîl: Barzanî ji min re got ku vekişîna ji Şingalê şaş bû
    Kemal Kiliçdaroglu: Erdogan bila kesên ku bi kefên pêşwaziya wî dikirin bişîne Efrîne.
    Kurdek bi hinceta ku kurê xwe yê 4 salî şandiye nav PKKê hat cezakirin
    Etîketan:
    operasyon, YPG, PKK, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de