11:14 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    ‘Dibe Pêşmerge çekan ji YPGê re bişînin'

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 80

    Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne amadekariyên leşkerî dike û bi biryare ku operasyon li Efrînê pêk bîne. Rojnameya Îzvestiyayê analîzek li ser ketina Tirkiyeyê ya Efrînê weşand.

    Li gorî gotara ku ji aliyê Konstantîn Bogdanov ve hat nivîsandin Amerîka cîhazên şeve, nîşangehên bi lazer, çekên pêşketî û gelek amûrên leşkerî ji kurdên Rojava re şandine. Herwiha tê payîn ku di destên hêzên kurdî de moşekên tankşkên ên ji cureya Fagot û Konkurs ên ku malê Sovyetêne, moşekên TOW ên amerîkî, MILAN ku hilberîna wan Alman-Fransa dikin û moşekên ji cureya Metîs-M ya malê rûsî hene.

    ‘LI EL BABÊ HAT DÎTIN KU TIRKIYE DI MIJARA TANKŞKINAN DE PIRSGIREK DIJÎ'

    Pirsgireke herî sereke ya artêşa tirk di mijara kompleksê tankşkinan deye. Lewre di operasyona El Babê de milîtanên DAIŞê bi moşekên tankşkinan ên ji cureyên TOW û Fagotê gelek ziyan gihandibûn artêşa tirk û wan jî nekarîbûn ku wesayîtên zirxî yên sivik bikar bîne.

    ‘DIBE PÊŞMERGE ÇEKAN JI YPGê RE BIŞÎNE'

    Herwiha dibe ku piştî şerê dijwar di navbera şervanên YPGê û artêşa tirk de, Herêma Kurdistanê çekên di destên Pêşmergeyan de ji YPGê re bişîne. Lewre Amerîka û Almanya gelek çekan dabûn hêzên kurdî yên li Iraqê. Di envantera Pêşmerge de gelek tanken zirxî yên ji cureya T-55, T-62 û T-70ê hene. Lê îhtîmala ku pêşmerge hêz bişîne Rojava dibe ku ev yek ji aliyê Iraqê ve rastî bertekan bê.

    ‘MOŞEKÊN MANPADê ŞANDIN HERÊMÊ'

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeya Al Masdar Newsê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên muxalîfan Amerîka, di çerçoveya nepan ya di navbera Washingtonê û YPGê de moşekên parastina hewayî yên livbar (MANPAD) hefteya borî ji kurdan re şandiye. MANPADê ku ji erdê ber bi hewan ve tê pekandin gihîştine destê kurdên li Efrînê.

    ‘RÛSYA AMERÎKA Û ÎRAN PIŞTGIRÎYA OPERASYONA MUHTEMEL NAKIN'

    Herwiha divê navberî de hikûmeta Enqereyê di warê siyasî de tenê ye û divê bi biryar tevbigere. Lewre Amerîka li dijî êrişên li ser komên muxalîf ku di mijara hebûna Rûsyayê ya li herêmê ku lê bandorin derdikeve.

    Rûsya û Îran jî li gorî berjewendiyên xwe naxwazin şerekî nû li Sûriyeyê derkeve.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê rûsî: Wê di berjewendîya kurdan de be eger bi Şamê re li hev bikin.
    McGurk nameyek da serkirdeyên Herêma Kurdistanê
    ENKS: Operasyona Efrînê dê PYDê bihêztir bike
    'Artêşa Tirkiyeyê gundekî nêzîkî Kobaniyê topbaran dike'
    Etîketan:
    pêşmerge, YPG, Rojnameya Îzvestiyayê, Konstantîn Bogdanov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de