08:22 27 Gulan 2018
YPG - HSD Kurdên Sûriyê

Tê îdîakirin ku Amerîka PYDê li ser sînorê Tirkiyê bi cih dike

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat îdîakirin ku artêşa Amerîkayê li ser xeta Tel Ebyadê ya li ber sînorê Tirkiyê keşfê dike. Di nûçeya Ajansa Anadoluyê de, 'tê îdîakirin ku piştî vê keşfê, arteşa Amerîkayê nêzî 1000 PYDyî li herêmê bi cî kiriye.'

Di nûçeya Ajansa Anadolu (AA) de hat îdîakirin ku, konvoyên artêşa Amerîka ku ji wesayîtên zirxî û pîkaban pêk tên, sêşemb û îna borî hatine herêma Tel Abyadê û leşkerên

Amerîkayê, bi konvoyên ku ji deh wesayîtan pêk tên du rojan pê de li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê keşif kirine.

Herwiha hat îdîakirin ku piştî artêşa Amerîka li derdora deriyê sînor yê Tel Ebyadê lêkolînên xwe temam kirin, PYDê endamên xwe sewqî wê herêmê kirine.

Nûçegîhanên Aayê Muhamed Misto û Levent Tok, diyar kirin ku wan ji jêderên ewlê yên Tel Ebyadî agahî wergirtine.

Li gor vê yekê zêdeyî hezar YPGyî ji navçeya Eyn Îsa ku dikeve başûrê Kobanî bi wesayîtan bo Tel Ebyadê hatin veguhastin.

Bi heman mijarî:

PYD: Rûsya dê li himber operasyona Efrînê bêdeng nemîne
PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
‘Amerîka û PYD artêşeke nû ava dikin'
PYD: Amerîka dê kurdan biparêze
PYD: Me ji bo Soçiyê li ser navê Sûriyeya Bakur lîsteya 140 kesan pêşkeşî Rûsyayê kir
‘PYD û hikûmeta Sûriyê li ser 5 taxên Helebê li hev kir’
Etîketan:
Eyn Îsa, Tel Ebyad, Efrîn, AA, Levent Tok, Muhamed Misto, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de