16:35 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG - Eşme - Kobanî

    'Artêşa Tirkiyeyê gundekî nêzîkî Kobaniyê topbaran dike'

    © AP Photo/ Mursel Coban
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 02

    Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê careke din gundê Zormixarê yê 30 kîlometreyî li rojavayê Kobaniyê topbaran dike.

    Omer li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku niha tank û topxaneyên Tirkiyeyê gundê Zormixarê yê (30 km li rojavayê bajarê Kobaniyê ye) topbaran dike ku bi dehan sivîl Lê dijîn.

    ​Herwiha rayedarê Rojavayê berî wê jî diyar kiriye ku Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê kampa Rûbarê ya awareyan a herêma Şîrawayê ya Efrînê bi sê hawanan topbaran kiriye ku di encamê de ziyanên madî çêbûne.

    Ji aliyê din ve, medyaya Tirkiyeyê hêzên sînorî yên navçeyên Hassa û Kirikhan ên Hatayê herî kêm 10 car top hatine avêtin.

    Hêjayî gotinê ye ku malperên herêmî ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê girên li nêzîkî herêma Raco û gundên Cidêrisê yên Efrînê topbaran kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê tank şandin ser sînorê Sûriyeyê
    Balyozê Tirkiyeyê li Hewlêrê yê Hakan Karaçyir serdana Kosret Resûl kir
    Mîrê Qatarê El Sani diçe Tirkiyeyê
    Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike
    Meclîsa Efrînê li ser gefxwarinên Tirkiyeyê daxuyanî da
    Lîbya ji 5 aliyan ve li dijî Tirkiyeyê ket tevgerê
    Etîketan:
    Ebdulkerim Omer, Şîrawa, Artêşa Tirkiyeyê, Hatay, Zormixar, Kobanî, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de