08:17 20 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Aldar Xelîl: Barzanî ji min re got ku vekişîna ji Şingalê şaş bû

    © REUTERS/ Reuters TV
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl di pirtûka xwe ya bi navê "Hinek rûpel ji şoreşa gelê Rojavayê" weşand û tê de behsa rola serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peymana navbera ENKS û TEV-DEMê de kir bê çawa civiyan û çi hat gotin.

    Vê dema dawî prtûka Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji çapxaneya Şehîd Herkûl" derket ku hemû qonaxên hesas û xeter ên Rojava di wan re derbas bûye, vedibêje û diyar dike.

    Li gorî nûçeya Bûyerê Pressê, Xelîl di vê pirtûkê de gelek razên salên dawî eşkere kirine ku ji aliyê raya giştî ve nedihatin zanîn ku gotûbêjên navbera ENKSê û PYD jî yek ji wan e.

    Malpera navborî peymana Dihokê ya navbera ENKS û TEV-DEMê û xwediyê wê peymanê eşkere dike ku di dema êrîşa DAIŞê li ser Şingalê de çêbûbû.

    "HERÊMÊ BI MÊVANPERWERÎ PÊŞWAZIYA ME KIR"

    Xelîl dibêje ku Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê(Yekîtî) Mihyeedîn Şêx Alî telefonî wî kiriye û herduyan li deriyê Sêmalkayê hev dîtiye û li wir derbarê rêkftinekê di navbera ENKS û TEV-DEMê de axivîne ku wî jî xwestiye ku misogeriya ji serokatiya Herêma Kurdistanê bigirin, ji ber baweriya wan bi ENKSê nemaye.

    Li gorî îdîayên Aldar Xelîlî, Şêx Alî piştî wê çûye Hewlêrê û dûre jê re gotiye ku Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li Pêşxabûrê bi wan re bicive û wiha dewam dike: "Birêz Barzanî bi helîkopterekê hat Pêşxabûrê ku gelek pasevan li ber wê deriyî bûn. Ez wiha bawer dikim ku Mesûd Barzanî jî li wir bû. Lê serokê herêmê Mesûd Barzanî û Serokê Polîtbîroya Siyasî ya Pardiya Demokratîk a Kurdistanê tev li civînê bûn û bi mêvanperweriyeke xweş pêşwaziya me hat kirin.

    "VEKIŞÎNA JI ŞINGALÊ ŞAŞ BÛ"

    Herwiha Xelîl dibêje ku "wan di civînê de daxwaza garantî û navên kesên dê gotûbêjan bi wan re bikin û dema civîna kiriye û wî jî gotiye ku dê piştî sê rojan bersivê bide û wiha dewam dike: "Ya rast Barzanî kêfxweş bû ku em fikira diyalogê qebûl kiriye û piştî bidawîbûna mijarên bingehîn, birêz Barzanî behsa DAIŞ û kiryarên wê li dijî sivîlan li Şingalê kir. Herwiha behsa hêzên Pêşmerge jî kir û diyar kir ku vekişîna wan (ji Şingalê) şaş bû. (Barzanî) sedema vî tiştî wiha rave kir ku ev çend salên istiqrar û aştiyê yên li herêmê wek valakiyekê di navbera wê qonaxa têkoşînê de ya ku hêzên Pêşmerge li ser çiyayan di mercên zehmet de dimeşand û ya niha de çêkiriye. Vî tiştî jî, bandor li Pêşmergeyan kir".

    "ME PÊŞNIYARA ALÎKARIYÊ JÎ KIR, BARZANÎ GOT, MERC NE GUNCAV E"

    Hevserokê TEV-DEMê dibêje ku li Barzanî pêşniyar kiriye ku operasyona rizgarkirina Şingal û Mûsilê bilezînin û dest bi êrîşê bikin, di şûna ku di rewşa parastinê de bin da ku nehêlin DAIŞ berî wan êrîş bike û herwiha diyar kiriye ku amade ne alîkariyê bikin lê li gorî îdîaya wî, Barzanî wiha gotiye: "Ez wek te difikim lê merc ne guncav in û ji ber hinek kêşeyan, em ne amade ne Şingalê rizggar bikin û hinek tişt hene ku divê em ji bo Bexdayê kordîne bikin."

    "HÛN LI SER ÇI LI HEV BIKIN, EM Ê PIŞTGIRIYA WE BIKIN"

    Xelîl diyar dike ku piştî wê civînê bi çend rojan, çûne Dihokê û roja pêşî bi Mesûd Barzanî re rûniştiye û wi jî wiha gotiye: "Hûn ji bo lihevkirinê li vir in. Hûn li ser çi li hev bikin, em ê piştgiriya we bikin da ku bi ser keve."

    Bi heman mijarî:

    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    ŞİNGAL - Ji bo kurdan nûçeyekê xemgîn: 13 cenaze
    Parlementoya Iraqê Şingal wek navçeyeke wêrane nas kir
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Aldar Xelîl, Kurdistan, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de