16:47 24 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn Rojava Kurd - Sûriye

    Pirsa kurdî... îhtimala şerê du dewletan heye

    © AFP 2018/ George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku rayedarên tirk dibêjin ku dê operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê pêk bînin, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad ev operasyona muhtemel wek êrîşkarî bi nav kir û got ku "parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye li balafirên şerî yên Tirkiyeyê bide." Rojanemeyeke rûsî diyar kir ku dibe ev mesele bibe şerê Sûriye û Tirkiyeyê.

    Piştî ku Tirkiyeyê operasyona Mertala Firatê bi rê ve bir, hewlên kontrolkirina herêmên kurdî dibe şerekî cidî.

    Hinek çavkaniyên medyayê radigihînin ku Tirkiye amadekariya operasyoneke nû dike da ku "bêrîk/enklava" kurdî  asteng bike û wan herêman têxe bin birêveberiya hêzên dijberiyê yên hevalbendên Tirkiyeyê ne.

    Rojnamea Nîzavîsîmiyaya Gazatayê ya rûsî ragihand, dibe ku ev xebatên leşkerî ya Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê bibe şerê navbera du dewletan.

    Rojnameyê gotinên Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Midadî bi bîr anîn ku gotibû, welatê wî hebûna hêzên Tirkiyeyê li ser erda wan wek êrîşkarî dihesibîne û destnîşan kir ku "dixwazin hikûmeta Tirkiyeyê hemû hêzên xwe bikişîne û destwerdanê di karên navxweyî yên Sûriyeyê neke".

    "AMERÎKA GUH NADE BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ"

    Di vê mijarê de, rojnameya Rojnameya Azad jî li ser zimanê pisporê leşkerî yê tirk Kerem Yildirimî rahihand ku "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan her berê xwe daye Amerîkayê û biryara operasyona leşkerî nedaye lê niha diyar bûye ku Amerîka guh nade berjewnediyên Tirkiyeyê, giringiyê jî nade wan û hîn çekên amerîkî diçin ji kurdan re. Piştî Erdoganî destpêkirina operasyona leşkerî li Helebê ragihand, reşaş, cebilxane û çekên giran bo bajarê Efrînê hatin şandin. Îca mirov dikare tê derxîne ku Amerîka guh nade hevalbendiya li gel Tirkiyeyê lê li gel neyarên Tirkiyeyê ye."

    "GELEK ÇEKÊN AMERÎKÎ DI DESTÊ YPGÊ DE HENE, QURBANÎ DÊ ZÊDE BIN"

    Li ser pirsyara bê gelo dibe ew çekên amerîkî yên dane YPGê ziyanê bigihîne operasyona Tirkiyeyê, pisporî got ku "gelek çekên amerîkî di destê YPGê de hene ku ev jî dê hejmara qurbaniyan zêde bike lê dê operasyonê asteng neke".

     

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê MSDê operasyona mihtemel a Efrînê û Hêzên Ewlekariya Sînoran nirxandin
    'Operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê dê ne seyran be, dê şerekî giran be'
    Erdogan ji bo Efrînê bi sekreterê NATOyê re axivî: Em ê her cure tedbîran bistînin
    Nûnerê ENKSê: Em li dijî operasyona Efrînê ne
    Etîketan:
    Feysel Miqdad, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de