11:18 19 Sibat 2018
Zindî
    HSD

    Serokê Parastina Efrînê derbarê amadekariyên leşkerî yên YPGê de ji Sputnikê re axivî

    © AFP 2018/ Yasin Akgul
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 82

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo derbarê dayîna moşekên li dijî balafiran de diyar kir ku, "Em ne dibêjin ev moşek destên me de hene, ne jî dibêjin tine ne. Lewre Ev yek baş tê zanîn ku ti kes agahiyan derbarê hêza xwe yê leşkerî de nade, lê ez dikarim tenê vê yekê bibêjim ku ji bo parastina axa xwe, derfetên me gelek in."

    Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne amadekariyên leşkerî dike. Birêveberên tirk diyar dikin ku di demeke kin de operasyona leşkerî li dijî Efrînê pêk bînin û dê destûrê nedin korîdorekî kurdî li herêmê bê avakirin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li ser operasyona muhtemel a bi ser Efrînê de diyar kir ku, "Em nizanin (Tirkiye) dê operasyoneke wiha bike yan neke. Em bang li Tirkiyê dikin, gaveke wiha navêje. Nivîskar Fehim Işik ji Sputnik Kurdistanê re diyar kiribû ku ketina Tirkiyeyê ya Efrînê ne operasyon e lê destpêka şerekî mezin e. Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behçet Ebdo derbarê operasyona muhtemel a Tirkiye ya Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku ji bo parastina Efrînê gelek amadekariyên leşkerî pêk anîne û dê bikarin Efrînê ji Tirkiyeyê biparêzên.

    ‘TIRKIYE BI RÊYÊN RÊXISTINÊN TERORÎST BI SALAN E ÊRIŞÎ EFRÎNÊ DIKE'

    Ebdo got: "Artêşa Tirkiyeyê bi salane bi rêyên rêxistinên terorîst; bi rêya DAIŞê, bi El Nusrayê û Mertala Firatê êrişan li dijî Efrînê û Rojava pêk tîne. Ev hemû jî heta niha ji aliyê hêzên YPGê ve hatin têkbirin. Di rojên dawî de jî Tirkiye bi artêşa xwe yê fermî her roj li me gefan dixwe û dibêje ez ê Efrînê dagir biim. Niha propagandayekî li ser me dimeşînin, şerê pîskolojîk li hemberî me didin meşandin. Lê bi la ev yek were zanîn ku em li hemberî êrişa Artêşa Tirkiyeyê di amadekariya herî bilind dane."

    ‘ME LI EFRÎNÊ GELEK SENGER, QANAL Û XENDEK AVA KIRINE'

    Serokê Komîteya Parastina Efrînê Ebdo destnîşan kir ku gelek tevdîrên parastinê niha girtine û got: "Bi rastî me ji sala 2017an vir ve tevdîrên berfireh li dijî gefxwarina Tirkiyeyê girtiye. Me hêzeke profesyonel avakiriye, hêzeke ku bikare gelê xwe biparêze avakir. Ev kesên ku hatine perwerdekirin jî di ware leşkerî de kesên serkeftî û profesyonelin. Gelek senger, qanal, xendek û binerd amadekirine. Me niha hesabên hemû parastinan kiriye. Ev gelekiye ku em amadekariyê dikin, lê di sala 2017an de me gelek tevdîrên berfireh ên parastinê girtin. Me hêza parastina sînor ava kir û li ser vê yekê hêza me hat perwedekirin. Ji ber ku hêzên dijwar bi ser me de dihatin me niha Efrînê kiriye keleh, ku kes nekare vê kelehê derbas bike. Ne tenê niha li dijî Efrînê ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gefan dixwe û dibêje ez ê niha werim û sibê werim, ev demekî dirêj e ku li dijî Efrînê gefên mezin tên xwarin hene. Me heta niha karî axa xwe parast."

    ‘JI BO PARASTINÊ GELEK DERFETÊN ME HENE'

    Ebdo wiha pê de çû: "Di ware parastinê de gelek derfetên me hene. Îro dostên me jî dibînin û dibin alîkar. Îro hêzên navneteweyî û derdor piştgiriya me dikin, ev jî tiştekî girîng e ji bo me. Lewre rastiyekî li hole heye. Ji ber vê yekê jî amadekariyên me xurtin. Em ê ne axa xwe biterikînin, ne li hemberî wan çeteyan lawaz bibin. Niha gelê me li hemberî serekî xwe amade kirine û hêzên me jî hêzên profesyonel in.

    ‘EM NE DIBÊJIN MOŞEKÊN LI DIJÎ BALAFIRAN DI DESTÊ ME DE HEYE NE JÎ DIBÊJIN TINE YE'

    Ebdo li ser hin îdiayên ku Amerîkayê moşekên li dijî balafiran dane YPGê de jî got: "Ev yek baş tê zanîn ku ti kes di ware hêza xwe yê leşkerî de nabêje ev di destê me de hene an jî tine ne. Ti kes rewşa xwe yê leşkerî eşkere nake. Nabêje ev tişt li cem min heye an jî tine ne. Hemû kes dibêjin ku ev moşek hatine dayîn, lê em vê yekê dikarin bibêjin ku derfetên me gelek in. Em nabêjin ku kî çi da ye me. Ez dikarim tenê vê yekê bibêjim derfetên me gelek in ji bo parastina axa xwe. Em ê bersiveke tund bidin Artêşa tirk û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Em ê Efrînê ji Tirkiyeyê re bikin goristan."

    ‘EM PARÇEYEKÎ JI AXA SÛRIYEYÊ NE'

    Ebdo li ser daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad di derbarê îhtimala operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê gotibû, "Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon dê wekî êrîşekê were nirxandin û parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye li balafirên şer ên tirk bide axivî û destnîşan kir ku, "Em di pêşerojê de perçeyekî ji axa Sûriyeyê ne. Tirkiye hertim di nav bazariyan de ye. Bi Rûsyayê bi Îranê re hertim din av bazariyekî de ye. Herwiha ji xwe îro ketina Artêşa Tirkiye ya Idlibê dagirkirine. Tirkiye niha dixwaze Efrînê jî dagir bike û xeyala xwe ya Osmaniyê ji nû ve pêk bîne. Hedefa sereke ya Tirkiyeyê ew e ku me tengav bike, ji bo vê yekî jî dixwaze bi rejima Sûriyeyê re li hev bike."

    Herwiha Serokê Komîteya Parastina Efrînê ragihand ku gelê Efrînê bi xwepêşandanên girseyî peyameke dan cîhanê da ku dikarin xwe li hemberî êrişên Tirkiyeyê biparêzên.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê: Daxuyaniyên Amerîkayê operasyona Efrînê bi paş de nexistiye
    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîka ya li ser YPGê
    Amerîkayê li ser avakirina 'Hêza Ewlehiyê ya Sinor' daxuyanî da
    Barzanî û nûnerê Trump hevdîtinek pêk anîn
    Etîketan:
    parastin, operasyon, YPG, Sputnik, Behçet Ebdo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de