02:38 28 Gulan 2018
Efrîn

Plana operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bû

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 15

Plana operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bû. Hate ragihandin ku eger Rûsya destûrê bide Tirkiyeyê ku qada hewayî bikar bîne, dê ewil 150 çeperên YPGê bombebaran bike û piştrejî bi piştgiriya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) operasyona bejahî bide destpêkirin.

Hikmet Durgun

Li gorî haydariyên ku ajansa Sputnikê bidestxistin, naveroka operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bûye. Eger Rûsya destûrê bide da ku Tirkiye qada hewayî ya Sûriyeyê bikar bîne, dê ewil 150 çeperên YPGê bê bombebarankirin û piştre jî ASA jî operasyona bejahî bide destpêkirin, leşkerên tirk jî li pey wan bikevin Efrînê. Qonaxa yekem a operasyonê dê li çoltera bajaroka Tilrifatê û çoltera Efrînê pêk were. Qonaxa duyem jî leşkerên tirk bi piştgiriya milîtanên ASAyê bikevin navenda Efrînê. Dê 15 hezar milîtanên ASAyê û 12 hezar jî leşkerên tirk beşdarî operasyonê bibin.

Herwiha Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) yên Tirkiyeyê li ser Efrînê firînên keşfe pêk tînin û topavêjin Tirkiyeyê ji ser sînor ve çeperên YPGê yên li Efrînê topbaran dikin.

YPG jî li hemberî operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê amadekariyên parastinê pêk tînin û li bajarên Kaobane, Qamişlo, Dêrik û Efrînê li dijî gefxwarinên Tirkiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Nûnertiya Rojava ya li Rûsyayê derbarê Efrînê de daxuyaniyek belav kir
"Daxuyaniya Şamê tê wê wateyê ku Rûsyayê destûr nedaye Tirkiyeyê"
Prof. Emre Bagce: Dibe ku aktorên global temînatek dabine kurdan
Kalin: Derbarê serdana Akar bo Moskowayê daxuyaniyek da
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Etîketan:
operasyon, Sputnik, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de