14:57 22 Gulan 2018
    YPG

    Nûnertiya Rojava ya li Rûsyayê derbarê Efrînê de daxuyaniyek belav kir

    © REUTERS / Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê ya li Federasyona Rûsyayê di derbarê îhtimala operasyoneke Tirkiye ya li dijî Efrînê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku gefên Tirkiye yên li dijî Efrînê her ku diçe zêdetir dibin.

    Nûnertiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê ya li Federasyona Rûsyayê li ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên ji bo operasyoneke li dijî Efrînê daxuyaniyeke taybet ji bo Sputnik Kurdistanê şand û di wê daxuyaniyê de raagihand ku Tirkiye gefên xwe yên li dîjî Efrînê zêdetir dike û got, "Encûmena Ewlehî ya Tirkiyeyê duhî ji bo artêşa Tirk û hikûmeta Erdogan destûr da ku Efrînê dagir bikin."

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Tirkiye yekîneyên leşkerî û çekên giran li ser sînor bi cih dike û di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li gel komên terorîst ên wekî El Nûsrayê û rêxistinên din ên Îslamî amadehiya dagirkeriyê dike."

    Nûnertiyê di daxuyaniya xwe de ev hewldana operasyonê ya Tirkiyeyê wekî ‘îxrackirina kêşeya siyasî ji bo derve' bi nav kir û got, "Ev gava Tirkiyeyê ji bo ewlehiya nêzikî milyonek kurd, ereb û tirkmenan gefek e û herwisa ji bo ewlehî û aşitiya Bakurê Sûriyeyê jî metirsiyeke mezin e."

    Di daxuyaniyê de bang li dewletên cîhanê, bi taybetî bang li Rûsya û Amerîkayê hat kirin ku li dijî vê helwesta hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng nemînin û helwesteke eşkere nîşan bidin.

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin
    BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne?
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê: Daxuyaniyên Amerîkayê operasyona Efrînê bi paş de nexistiye
    ‘Qedera operasyona Efrînê bi çi ve girêdayî ye'
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Etîketan:
    daxuyanî, Nûnertiya Rêvebiriya Xweser ya Rojava yê li Rûsyayê, Sûriye, Rûsya, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de