08:45 19 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    "Daxuyaniya Şamê tê wê wateyê ku Rûsyayê destûr nedaye Tirkiyeyê"

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 90

    Rojnamegerê serbixwe Wladimir van Wilgenburg daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad a derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li dijî Efrînê de nirxand û diyar kir ku "wiha diyar e ku Rûsya dê destûrê nede Tirkiyeyê ku qada hewayî ya Sûriyeyê pêk bîne û li dijî operasyona li dijî Efrînê ye."

    Dilyar Amûdî

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad di derbarê îhtimala operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê got, "Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon dê wekî êrîşekê were nirxandin." Herwiha Miqdadî got, parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye li balafirên şerî yên Tirkiyeyê bide.

    Rojnamegerê serbixwe Wladimir van Wilgenburg ev daxuyaniyên hikûmeta Sûriyeyê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin û got: Ihtimal heye ku bi bandora Rûsyayê hatiye kirin da ku êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê asteng bikin."

    Herwiha Wilgenburg diyar kir ku ev daxuyaniya Sûriyeyê îşareteke ji Rûsyayê ye ku dê rê nedin hêzên hewayî yên Tirkiyeyê ku axa Sûriyeyê bi kar bînin.

    "GEFÊN TIRKIYEYÊ HEWLEK BÛN KU EFRÎNÊ BI IDLIBÊ BUGUHERÎNE"

    Li ser pirsyara bê gelo piştî vê daxuyaniyê, operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê pêkan e yan na, Wilgenburg wiha got:

    "Piştî Vê daxuyaniya Şamê, ez wiha difikirim ku zehmet e lê divê em bisekinin û binerin bê dê çi bibe. Gefên Tirkiyeyê yên êrîşa li dijî Efrînê herwiha girêdayî fişara Tirkiyeyê ne ku li Idlibê li ser Hikûmeta Sûriyeyê dike. Wan hîn jî piştgiriya xwe ji dijberên wê derê nekişandiye û bi(vê rewşê) jî ne kêfxweş bûn."

    Wilgenburg got ku ev gefên Tirkiyeyê hewlek bû ku Idlibê bi Efrînê biguherînin û wiha axivî: "Ew rêyeke Tirkiyeyê bû da ku rêkeftinekê bû; Idlib ji bo Efrînê. Daxuyaniya Şamê destnîşan dikin ku tiştekî wiha qebûl nekiriye".

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Goran û Yekgirtû li hev kom bûn
    'Rûsya bo çavdêriya Kongreya Diyalogê dê ji Amerîka û endamên KENYê re dawetnameyê bişîne'
    Sûriye: Hebûna we ya leşkerî ne meşrû ye
    Azad Cebarî: Şandeke MITê ya Tirkiyeyê duhî li Kerkûkê bû
    ‘Qedera operasyona Efrînê bi çi ve girêdayî ye'
    Etîketan:
    Wladimir van Wilgenburg, Şam, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de