01:10 26 Nîsan 2018
    Faysal Mikdad

    Sûriye: Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonê li dar bixe, wê wekî êrîşê were nirxandin

    © AFP 2018 / LOUAI BESHARA
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad di derbarê îhtimala operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê got, "Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon dê wekî êrîşekê were nirxandin." Miqdat got, parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye li balafirên şer ên Tirk bide.

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad di derbarê îhtimala operasyona Tirkiyey ya li dijî Efrînê got, "Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon dê wekî êrîşekê were nirxandin."

    ‘PARASTINA HEWAYÎ YA SÛRİYEYÊ AMADE YE LI BALAFIRÊN TIRKIYEYÊ BIXE'

    Li gorî ragihandina televizyona dewletê ya Sûriyeyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Miqdad ev tişt gotin, "Eger balafirên şer ên Tirkiyeyê hewla êrîşekê bikin, parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye wan balafirên Tirk tune bike."

    Faysal Miqdad herwisa bal kişand ser ku ew ê bersivê bidin êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê û got, "Efrîn axa Komara Ereb a Sûriyeyê ye û heta hetayê wê wekî axa Sûriyeyê bimîne."

    Bi heman mijarî:

    BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne?
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê: Daxuyaniyên Amerîkayê operasyona Efrînê bi paş de nexistiye
    ‘Qedera operasyona Efrînê bi çi ve girêdayî ye'
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Etîketan:
    parastin, operasyon, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê, Faysal Mîqdat, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de