17:08 25 Nîsan 2018
    HSD

    ‘Qedera operasyona Efrînê bi çi ve girêdayî ye'

    © AP Photo / Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 03

    Pisporê Rojhilata Navîn û Hîndekarê Zanîngeha Ahî Evrenê Doç. Dr. Serhat Erkmen sedemên îhtîmala operasona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Bi rastî jî kurdên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tehdîd in an mijar siyasî ye? Encama operasyona leşkerî ya Efrînê wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê? Pisporê Rojhilata Navîn û Hîndekarê Zanîngeha Ahî Evrenê Doç. Dr. Serhat Erkmen berisva pirsên Spûtnîkê dan û rewşa dawî ya herêmê bi nêrîneke bêalî şîrove kir.

    ‘TIRKIYE NAXWAZE HERÊMEKE DI BIN KONTROLA YPGÊ DE BI ALÎKARIYA AMERÎKAYÊ XURT BIBE'

    Mamosta Doç. Dr. Serhat Erkmen got: "Peyva ku mirov bêje Tirkiye kurdên sûriyeyî wek tehdîd dibîne dibe ne rastbe, lê demeke dirêj e Tirkiyeyê YPGê wek tehdîd dibîne û vê bi eşkere jî dibêje. Di vê çarçoveyê de herêma ku di bin kontrola YPGê de naxwaze bi alîkariya Amerîkayê bihêztir bibe û vê hêzbûnê ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî bi xeter dibîne. Lewma vê operasyona leşkerî jixwe re wek perçeyekî tekoşîneke rêxistinî dibîne."

    Doç. Dr. Serhat Erkmen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye li gor xwe ji bo vê operasyona leşkerî ya li hemberî herêma Efrînê dixwazê du tiştan bike, yek jê li Sûriyeyê rê li ber herêmeke ku pêşerojê li hemberî ewlehî parastina wê ya neteweyî bibe tehdîd ji holê rake û ya din jî rê li ber rêxistin û grûbên çekdar ên Sûriyeyê bigre ku pêşerojê nebe pirsgirêk. Lê dibe daxwaz û hêviyên dewletên mezin ên wek Rûsya, Amerîka û yên din ji vê pêvajoyê cuda bin."

    OPERASYON WÊ BANDOREKE ÇAWA LI TIRKIYEYÊ BIKE?

    Serhat Erkmen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bike niha em nizanin, ji bo ku ev bi pêşveçûna operasyonê ve girêdayî ye. Niha em nizanin bê operasyon wê çiqasî dewam bike û encamên wê dê çawa bin. Lewma ji niha de mirov nikare bêjê wê bandoreke wiha erênî an jî neyînî li navxweyiya Tirkiyeyê bike. Heta wêneyê operasyonê dernekeve holê gelo analîzên ku werin kirin dê çiqasî rast derkevin."

    QEDERA OPERASYONA LEŞKERÎ YA LI HEMBERÎ EFRÎNÊ BI ÇI VE GIRÊDAYÎ YE?

    Erkmen di dawiya axaftina xwe de got: "Dema ku mirov li amadehiyên operasyonê temaşe dike xuya dike ku dê operasyon mezin û dirêj derbas bike. Lê niha em hurgiliyên operasyonê nizanin wê kî û çend kes tevlî bibin. Piştî hedef eşkere bûn mirov nirxandinê bike dê rastir be. Lê ez dikarim vê bêjim ku qedera operasyonê bi çar tiştan ve girêdayî ye. Ya pêşî ji hêla pêşeroja operasyonê ve polîtîkaya Rûsyayê diyarker e û ev pir girîng e. Ya duyem, di hedefa Tirkiyeyê de tenê Efrîn heye an wê bi aliyê herêma Minbicê ve jî operasyonê berfireh bibe. Ya sêyem, YPGê ji bo operasyonê çiqas amadehî kiriye û dê ji Amerîkayê alîkariyeke çawa wergire. Ya çarem jî, gavên biçûk lê krîtîk ên veşartî yên Îran û Rûsyayê di vê pêvajoyê wê bandoreke çawa bike. Em dikarin bêjin di çarçoveya van xalan de wê pêvajoya operasyonê eşkere bibe."

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji bo operasyona Efrînê divê çi ji çav derxîne?
    'Ger Rûsya destûrê nede Tirkiye nikare li dijî Efrînê operasyoneke mezin bimeşîne'
    Ahmet Turk: Dê Kurd operasyona Efrînê qebûl nekin
    ‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare kurdan li Efrînê têk bibe'
    Tirkiye ji bo operasyona Efrînê li ser sînorê Tirkiyeyê û Sûriyeyê sewqîyata leşkerî dike
    Etîketan:
    Opersyona Efrînê, Serhat Erkmen, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de