17:14 24 Nîsan 2018
    Ala Sûriyeyê - Heleb

    Sûriye: Hebûna we ya leşkerî ne meşrû ye

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê teqez kir ku karûbarên navxweyî yên çi welatî, tenê mafê gelê wî welatî ye û nabe ku ti kes fikira xwe jî bibêje û misoger kir ku ev binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û li dijî giringtirîn teoriyên qanûna destûrî ne.

    Li gorî ajansa SANAyê, Piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî ku gotibû, “Hebûna me ya dîplomatîk û leşkerî li Sûriyê girîng e. Heta DAIŞ li Sûriyê bi temamî neyê tunekirin û têkbirin, em ê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin”, çavkaniyeke fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê wiha got: "Hebûna leşkerî ya amerîkî li ser erda Sûriyeyê ne meşrû ye, qanûnên navdewletî bi awayekî berbiçav bin pê dike, êrîşkariyek e li ser serweriya niştimanî û ev hebûn û hemû tiştên birêveberiya amerîkî kirine, her armanc kiriye ku rêxistina DAIŞa ku birêveberiya Obama damezirandibû biparêzin."

    Herwiha çavkaniyê got, "armanca birêveberiya ameerîkî qet ne ew bû ku DAIŞê ji nav bibe û bajarê Reqayê hîn jî şahida kiryarên Amerîkayê û qaşo hevpeymana wê ne."

    "EM YEK DOLARÊ AMERÎKAYÊ NAXWAZIN"

    Di berdewamiyê de çavkaniyê wiha got: "ji bo jinûveavakirinê, pêwîstiya Hikûmeta Sûriyeyê bi yek dolarê Amerîkayê tine ye, ji ber peşkên xwîna sûriyan li wî dolarî ketine. Jixwe kesî ew venexwendiye ku beşdarî vî tiştî bibe, ji ber polîtîkayên birêveberiya amerîkî wêranî û êşê tînin."

    Ji aliyê din ve, çavkaniyê teqez kir ku Sûriyeyê dê bêsekn şerê xwe li dijî komên terorîst bi hemû navên xwe yên cuda dewam bike û dê her bosteke axa sûrî ji teror û hebûnên biyanî yên ne meşrû paqij bike û teqez kir ku çi çareseriya siyasî tenê bi pêkanîna daxwazên gelo sûrî pêkan e û ne bi pêkanîna ajende û berjewendiyên derveyî ye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê dorpêça li ser baregeha leşkerî ya nêzî Şamê têkşikand
    Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrişî Sûriyeyê kirin
    Tirkiye: Hikûmeta Sûriyeyê zirarê dide pêvajoya çareseriyê
    Berdevkê Pûtînî: Plan tine ne ku Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin
    Rayedarê PYDê: Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Amerîkayê, Amerîka, iran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de