02:31 20 Nîsan 2018
    Amadekariyên leşkerî yên Tirkiyê bo operasyona Efrînê

    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin

    © Sputnik /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 13

    Artêşa Tirkiyê bi topên obusan û ji aliyekî ve jî komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê bi ser Efrînê de êrîş dan destpêkirin. Herwiha jêderên Efrînê jî radigihînin ku li ser rêya Efrîna nû 3 top û li gundên dorûbera Efrînê jî top ketine.

    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
    © REUTERS / Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Li gor zanyariyan 3 top li ser rêya Cinderesê ku rêya Efrîna nû ye ketine û topbarana li gundewarên Efrînê berdewam dike ku ji aliyekî ve komên nêzîkî Tirkiyê ji aliyê Ezezê ve êrîşî Efrînê dikin daku bi rêya bejahî bikevin navenda bajarê Efrînê.

    Li gor nûçeya Ronahî TVyê êrîşa li ser Girê Qestelê ya artêşa Tirkiyê û muxalîfan hatiye têkbirin.

    Li gor agahiyên destpêkê, heta niha gelek topên hawanê li dorûbera Efrînê ketine û hîn jî topbaran berdewam dike.

    Hat ragihandin ku muxalîfên nêzîkî Tirkiyê ji aliyê Ezazê ve êrîş birine ser Efrînê ku ew hêz beriya niha bo êrîşa ser Efrînê hatibûn komkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Swêd êrîşî qereqola polîsan kirin
    Tillerson: Heta tunekirina DAIŞê em ji Sûriyê dernakevin
    Demirtaş: Em reşikên siyasî yên vî welatî ne, lê dewlet ya me hemûyan e
    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê: Em ê rîskên mezin bistînin, êdî sebra me nema ye
    Ji MGKê daxuyaniya Efrînê: Dê gavên pêwîst derhal bên avêtin
    Hikumeta lraqê ji bo şandina mûçeyên fermanberan sê şert pêşniyar kirin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de