19:34 21 Sibat 2018
Zindî
    leşkerên tirk-el bab

    'Ger Rûsya destûrê nede Tirkiye nikare li dijî Efrînê operasyoneke mezin bimeşîne'

    © REUTERS/ Umit Bektas/File Photo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Pisporê Sûriyeyê Oytun Orhan di derbarê operasyonên Tirkiye yên li dijî Efrînê de bal kişand ser du îhtimalan û ev îhtimal jî di çarçoveya destûrdayîna Rûsyayê nirxand. Pisporê Sûriyeyê Oytun Orhan di axaftina xwe ya ji bo Sputnikê de mijara operasyonên Tirkiye yên li dijî Efrînê şîrove kir û di vî warê behsa du îhtimalan kir.

    Orhan li ser wan îhtimalan ev tişt gotin, "Ger ji bo operasyonên li dijî Efrînê bi Rûsyayê re koordîsnayon hatibe danîn, dibe ku ji bo kontrolkirina qadên berfireh ên li Efrînê û bikaranîna hêzên bejayî yên Tirkiyeyê operasyoneke hîn mezin were birêvebirin. Lê eger Rûsya destûrê nede operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê û piştgiriyê nede Tirkiyeyê, Tirkiye bêyî têkeve rîskeke zêde wê li derveyî sînor li hedefên YPGê bixe. Dibe li dijî şûnwarên Ereb ên wekî Til Rifatê ku li derdora Efrînê ye, operasyona bejahî were lidarxistin."

    Orhan li ser vê yekê got, "Gava Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ber bi Til Rifatê pêş de biçe, dibe Tirkiye jî bi topbaran û parvekirina îstixbaratê piştgiriyê bide ASAyê. Ev jî dê Efrînê hebkî îzole bike lê dê di heman demê de kontrolkirina Efrînê dijwar bike."

    Pisporê Sûriyeyê Orhan bal kişand ser ku operasyon bigihêje herêmên din Amerîka û Tirkiye wê werin hemberî hevdu û wisa berdewam kir: "Mijara ku Amerîka dixwaze bi rêya YPGê artêşa Sûriyeya Bakur ava bike, dibe bi awayekî rasterast an jî carinan bi awayekî ne rasterast Amerîka û Tirkiye werin hemberî hevdu."

    Orhan Oytum gotina Serokomarê Tirk Erdogan, ‘Dor wê were ser herêmên din ên YPGê jî û divê hêzên Amerîkayê jî ji van deran derkeve' bi bîr xist û got, "Wekî Erdogan jî diyar kiriye, risk heye ku Amerîka û Tirkiye werin hemberî hevdu. Ji ber ku ez bawer nakim Tirkiye vê mijara avakirina artêşa Sûriyeya Bakur qebûl bike. Dibe Tirkiye di rojên pêş de li hemberî rojhilatê Firatê jî angajmanên leşkeri bi kar bîne."

    Bi heman mijarî:

    Prof. Tomar: Tirkiye û Rûsya di mijara Efrînê de li hev kirine
    Nûnerê ENKSê: Em li dijî operasyona Efrînê ne
    Berdevkê YPGê: Tirkiye bazara pevguhertina Idlibê bi Efrînê dike
    Erdogan ji bo Efrînê bi sekreterê NATOyê re axivî: Em ê her cure tedbîran bistînin
    'Operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê dê ne seyran be, dê şerekî giran be'
    ENKSê ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Rewş ticarî evqasî xeter nebûye
    Etîketan:
    operasyon, Pisporê Sûriyeyê, Orhan Oytum, Rûsya, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de