11:03 26 Gulan 2018
Bajarê Efrînê

5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Ev çend roj in ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên Tirkiyeyê gefan li Herêma Efrînê ya Bakurê Sûriyeyê dixwin û diyar dikin ku dê bi komên dijberiya Sûriyeyê re operasyonekê li dijî Efrînê pêk bînin. Sptunik Kurdistan bi pênc pirsyaran Efrîn, rewşa wê ya dawî û daxuyaniyên rayedaran ji we re berhev kirin.

Ev çend roj in ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan her derbarê Efrînê de diaxive û dibêje ku dê êrîşî Herêma Efrînê bike.

Erdogan wiha axiftibû: "Amerîka înkar kiriye ku li seranserê sînorên me korîdoreke terorê ava kiriye. Tiştê dikeve ser milê me ku berî ew korîdora terorê temam bibe, em bifetisînin. Artêşa Tirkiyeyê dê meseleya Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadekariyên me temam bûne. Her kêlîkê dibe ku operasyon pêk were."

Herwiha duh Erdogan di civîna partiya xwe de axivîbû û gotibû ku dê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û "dê hemû hêlînên terorê bînin xwarê û ti kes nikare vê rawestîne."

Erdoganî bêyî ku nav bide referandûma Herêma Kurdistanê bi bîr anîbû û wiha gotibû: "Me duh planên li Iraqê têk birin û îro jî me bi operasyona Mertala Firatê xencerek li dilê planên li Sûriyeyê xist".

Ji aliyê din ve, Serokkomarê tirk diyar kir ku dê operasyonê li gel Artêşa Sûriyeya Azad pêk bînin û û wiha gotibû: "Dijberên dildar ên Tirkiyeyê, dê beşdarî vê operasyonê bibin."

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji Kanala El Xedê ya erebî re derbarê gefên Tirkiyeyê yên ser Efrînê de axivîbû û diyar kiribû ku Tirkiye hewl dide Idlibê bi Efrînê biguherîne û wiha gotibû: "Tirkiye niha behaneyan çêdike û hewl dide ji xwe re sedeman peyda bike da ku meşrûiyeta derbasbûna Efrînê bi dest bixe. "

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyeyê di çarçoveya rêkeftina "herêmên kêmkirina rageşiyê" hêzên xwe şandin Idlibê.

​Hinek pirsyar derbarê Efrînê û operasyona mihtemel de

EFRÎN KÛ YE Û CIHEKÎ ÇAWA YE?

Herêma Efrînê herêmeke ji sê herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ye. Li gorî dabeşkirina îdarî ya Sûriyeyê, girêdayî Parêzgeha Helebê û bajarê Ezazê li rojhilatê wê ye,  bajarê Helebê li başûrê wê ye û Idlib jî başûrê rojavayê wê ye. Bakur û rojavayê wê jî sînorên dewleta Tirkiyeyê ne.

Efrîn herêmeke çiyayî ye ku berfirehiya wê 3850 kîlometreyên çargoşeyî ne ku ev jî 2% ji Sûriyeyê ye û herwiha ji herêmên din ên birêvberiya xweser cuda û bi serê xwe ye.

Li gorî amarên fermî yên sala 2012an ên Hikûmeta Sûriyeyê 523.258 bû lê niha ji ber koçberiya zêde hejmara gelheya wê zêde bûye. Rayedarên birêveberiya xweser diyar dikin ku hejmara nişticihan ji ber koçberiyê gihiştiye nêzîkî milyon kesî.

Herwiha 350 gundên Efrînê hene  û bajarok û nahiyeyên wê hene ku yên herî giring wiha ne: Bajarê Efrînê, Cindêris, Bilbilê, Raco û Şera ne.

Bendava 17 Nîsanê li ser çemê Efrînê li herêma Meydankê hat avakirin ku bi saya wê ew herêm bû herêmeke geştyariyê.

Efrîn bi çandiniya xwe navdar e, nexasim darên zeytûnan û herwiha gelek deverên dîrokî yên wek Keleha Semanê, Keleha Nebî Hurî, Girê Eyn Dare û pirên romanî yên li ser çemê Efrînê hene.

ÇIMA EFRÎN JI HERÊMÊN DIN ÊN BIRÊVEBERIYA XWESER CUDA NE?

Herêma Efrînê bi operasyona Mertala Firatê ya komên dijberiya Sûriyeyê û Artêşa Tirkiyeyê bi hev re pêk anî ji herêmên din birêveberiya bakurê Sûriyeyê cuda dibin ku bi vê gavê Tirkiyeyê karî rê li ber kurdan bigire ku herêmên xwe bigihînin hev.
Rayedarên kurd diyar dikin ku Efrîn yek ji her sê herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne û her dibêjin dê dest jê bernedin ku hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim gotibû "li Efrînê ji bilî parastina xwe, rumet û hebûna xwe ti rê li pêşberî me tine ne. Em tenê piştgiriya xwe bi gelê xwe û derfetên xwe yên herêmî ve girêdidin lê em helwesta aliyên din nizanin."

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Ryan Dillon duh ragihandibû ku "Efrîn ne li nav qada operasyonên hevpeymaniyê ye û got, lê belê misyona tunekirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê neguheriye."

TIRKIYEYÊ LEŞKERÊN XWE LI SÛRIYEYÊ LI KÛ BI CIH KIRINE?

Tirkiyeyê sala 2016an Operasyona Mertala Firatê pêk anî û herêmeke nêzîkî 2000 kîlometreyan kontrl kir. Ew herêm ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve tê parastin û Artêşa Sûriyeya Azad bi rê ve dibe ku ji aliyê rojava ji Ezazê ber bi Cerablusê ve diçe.

Herwiha Tirkiyeyê leşker şandin bakurê rojavayê Idlibê. Ew herêm li gorî rêkeftina navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bû yek ji herêmên kêmkirina rageşiyê.

Li gorî wê rêkeftinê, Artêşa Tirkiyeyê di Cotmeha 2017an de ket Idlibê û xalên çavdêriyê ava kirin.

Bi saya wê rêkeftinê, Tirkiyeyê karî ku hebûneke leşkerî li başûrê Efrînê jî bi dest bixe.

TIRKIYE ÇIMA DIXWAZE TÊKEVE EFRÎNÊ?

Tirkiye dixwaze têkeve Efrînê da ku rê li ber xurtbûna kurdan bigire. Jixwe ev çend meh in ku rageşî di navbera Artêşa Tirkiyeyê û YPGê de hene.

Serokê MAZLUMDERê yê berê, nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu îro ji Sputnik Kurdistanê re got: Amadehiyên operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê ji bo polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Yanî mirov dikare bêje ji bo hisabê hilbijartinê ye. Armanca vê operasyonê meşrûkirina tifaqa mihefezar, nîjadperest û netewperestan e.

Nexşeya hevsenga hêzê ya li Idlîbê
Nexşeya hevsenga hêzê ya li Idlîbê

EGER TIRKIYE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE, DÊ ÇI BIBE?

Rayedarên kurd ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê radigihînin ku hêzên YPGê û hevalbendên wan ketine rewşa amadebaşiyê.

Hevserokê Meclisa Sûriyeyê Demokratîk(MSD) Riyad Derarî ji rojnameyeke erebî re diyar kir ku destûr bo Tirkiyeyê nehatiye dan ku têkeve Efrînê û gotibû "eger hewl bidin, dê şerekî ne kêmî yê Kobaniyê biqewime û ev tişt ne ji aliyê exlaqî, ne miorvî û ne jî leşkerî di berjewnediyên Tirkiyeyê de ye û wiha bawer dikim ku ew ê têk biçe".

Derarî teqez kiribû  ku her êrîşkarî dê bêbersiv nemîne lê rawestandina şerî jî, dê rêzgirtinê were pêşwazîkirin û amade ne ku li hev bikin ji bo xwîn nerije."

Herwiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê yên li ser Efrînê şermezar kirin û bang li raya giştî ya navdewletî kir ku têkevin nav tevgerê.

Nivîskar û aktîvîst Dr. Omer Faruk Gergerlioglu ji Sputnik Kurdistanê re gotibû: "Ez di serî de bêjim fikra operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê wê Tirkiyeyê têxe teqanê.

Hevseroka Birêveberiya Federal a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif aderbarê mijarê de ji Sputnik Kurdistanê re wiha gotibû: "Ev demeke dirêj e, Efrîn xwe ji şerekî giran re amade dike. Di warên binesazî û leşkerî de jî amadekariyên xwe dikin û hêzên me yên Bakurê Sûriyeyê jî dê beşdar bibin. Anku Efrîn bi tena serê xwe şer nake. Hemû hêz ji bo parastina Efrînê amade ne."

Lêkolînerê Navenda Cisûr ya Lêkolînan Ebdulwehab Asiyî diyar kir ku çar senaryo hene ku YPG ji bo êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê li ser Efrînê pêk bîne û yek ji wan jî dubarekirina senaryoya Minbicê ye.

 

Bi heman mijarî:

Şîrovekarên tirk: Îhtimala operasyoneke sînordar a Efrînê heye
‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'
Çavuşoglu: Em kengî bixwazin, em dê têkevine Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şand ser sînorê Efrînê
ENKS: Tirkiye û komên bi ser wê ve, gefên bê sedem li Efrînê dikin
'Tirkiye tenê gefan dixwe lê dê nikaribe êrîşî Efrînê bike'
Etîketan:
ASA, YPG, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Efrîn, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de