19:57 21 Sibat 2018
Zindî
    Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan ê Muxalefeta Sûriyê Nasir Herîrî

    Opozîsyona Sûriyê cara yekem li dijî helwesta Erdogan derket

    © AFP 2018/ Fabrice COFFRINI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyê behsa rewşa Efrînê kir û got heger Tirkiyê êrîş bike dê bibe sedema parçebûna Sûriyê û Wezîrê derveyê Belcîka jî daxwaz kir ku cihê Kurdan di proseya danûsatandinê de hebe.

    Li gor nûçeyeke Rûdawê di konferanseke rojnamevaniyê ya ligel Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê de, Serokê Desteya Danûstandinê yê Opozîsyona Sûriyê Nesir el-Herîrî, bersiva pirsekê derbarê gefên Serokkomare Tirkiyê Recep Tayip Erdogan yên li ser Efrînê da û got: Êrîşeke wiha wê wê bibe parçebûna Sûriyê û dê derî li pêş dijberiyeke nû veke û weha pê de çû: "Niha her karekî bandorê li ser dînamîkaya navxwe ya Sûriyê bike dê têkariyeke neyênî li danûstandinan bike. Tişta ku em û tevahiya sûriyeyiyan dixwazin ew e ku her du alî, rejîm û dijbere rasterast guftogoyan bikin heta ku bigihêjin çareseriyeke aştiyane ji bo Sûriyê. Bawer in her êrîşek jî dê pir zererbexş be û egera dabeşkirina Sûriyê zêde dike û derî li pêş dijberiyeke nû vedike."

    Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders di civîna rojnamevanî de teqezî li ser girîngiya beşdarbûna Kurdan ya di danûstandinan de kir.

    Didier Reynders jî wiha got: "Bêguman ji bo me girîng e em bizanin ka bê egera danûstandinên berçav heye di navbera hemû aliyan de û di nav de jî aliyên ku li ser erdê çalak in. Bi taybetî jî me behsa rewşa civaka Kurd kir, da ku em bibînin bê çawa nûnertiyeke baş a Kurdan li ser maseyê hebe."

     

    Bi heman mijarî:

    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    '10 xalên plana Amerîkayê ji bo Rojava, Efrîn û Minbicê'
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Etîketan:
    Sûriye, Opozîsyon, Nasir el-Herîrî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de