16:53 19 Sibat 2018
Zindî
    Destpêkê bajarê Efrînê

    ENKSê ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Rewş ticarî evqasî xeter nebûye

    © AFP 2018/ George OURFALIAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Encûmena herêmî yê bajarê Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê(ENKS) bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser Efrînê şermezar kir û ragihand ku "ev çend sal in, rewş ticarî evqasî xeter nebûye".

    ENKSê di daxuyaniya xwe de got: "Gefên Tirkiyeyê li dijî herêma me gihiştine asteke hîsterîk ku ticarî wisa nebûye û li gel wê jî sewqiyata leşkerî û xebatên lojîstîk ên mişe li ser erdê tên kirin. Ev tişt jî bi hevahengiya li gel komên dijberiyê yê çekdar tên kirin ku viyana wan(koman) rehîngirtiya siyaset û ajendeyên desthilata Tirkiyeyê ye."

    Herwiha daxuyaniyê gefên Tirkiyeyê li ser Efrînê şermezar kirin û got ku bombebaran Tirkiyeyê wiha nîşan dide ku reşika şerî êdî bûye rastî û wiha dewam kir: Cihê mixabîniyê ye ku ev gef û êrîş bi vê asta xeter berdewam bibin û rêxistinên navdewletî û hiqûqî û mirovî bêdeng bimînin û herwiha helwesta zilhêzên li ser xaka Sûriyeyê çalak jî nezelal û gumanbar be."

    ENKSê bal kişand ser "encamên kambax ên êrîşa Tirkiyeyê (ya mihtemel) û bangî rêxistinên navdewletî û zilhêzên bibandor kir ku fişarê li ser Tirkiyeyê bike da ku dest ji gef û êrîşkariya xwe berde."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze
    Li Efrînê fîlmê şerê Sûriyê ‘El Mesîr-Çarenivîs’ hat pêşandan
    ‘Hê jî bazara operasyona Efrînê tê kirin'
    Şîrovekarên tirk: Îhtimala operasyoneke sînordar a Efrînê heye
    Parlamenterê HDPê: Piştî vekişandina hêzên rûsî dibe Tirkiye operasyona Efrînê bike
    Etîketan:
    ENLS, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de