20:08 21 Sibat 2018
Zindî
    HSD

    "Amerîka moşekan dide kurdên Sûriyeyê da ku wan bi kurdên Iraqê re bike yek"

    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70

    Endamê Akademiya Rûsî ya Zanistên Moşek û Topxaneyan Konstentîn Sîvokovî îro ji Sputnikê re diyar kir ku "radestkirina pergala parastina hewayî ya amerîkî bo kurdan derbeyek e li dijî artêşên Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê." Sîvkovî diyar kir ku "Amerîka kurdên Sûriyeyê didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin û wan bi kurdên Iraqê re bikin yek".

    Al Masdar Newsê di nûçeyeke xwe de ku spartibû çavkaniyên dijber ên sûriyeyî, ragihandibû ku "Amerîkayê di çarçoveya peymaneke nepenî ya navbera Washington û YPGê de MANPADê ji YPGê re şandine. Hat gotin ku ew moşekên MANPADê gihiştine kurdên li nêzîkî Efrînê."

    "AMERÎKA DIXWAZE KURDÊN SÛRIYEYÊ Û IRAQÊ BIKE YEK"

    Savkovî ji ajansa Sputnikê re got: "Bedela wê çi be jî, Amerîka dixwaze ji xwe re pêgehekê li Sûriyeyê çêke. Tekane aliyê siyasî û herêmî yê bi DYAyê re dide û distîne jî yekîneyên kurdî ne(YPG) ku dixwazin ji xwe re xweseriyekê li Sûriyeyê ava bikin. Amerîka jî di rêya yekkirina wan bi kurdên Iraqê re wan didehifîne ku dewleteke serbixwe ava bikin. Wisa diyar e ku ew dê vê senaryoyê bînin cî."

    "PÊWÎSTIYA KURDAN BI MOŞEKÊN DIJÎ BALAFIRAN HEYE"

    Di berdewamiya axiftina xwe de, Savkovî destnîşan kir ku " "di vê çarçoveyê de jî, eger şerek li dijî Sûriye û Tirkiyeyê çêbibe, pêwîst e ku hêza kurdan a parastina hewayî hebe û wan ji helîkopter û balafirên nizim difrin biparêzin".

    Pisporê rûsî wiha dewam kir: "Ji bo vê armancê jî, pergala parastina hewayî ya livbar bo wan hatiye dayîn ku ev jî derbeyek e li dijî Artêşa Sûriyeyê û di encamê de li Rûsyayê ye jî û herwiha derbeyek e li hevalbendên DAYê ye jî anku li dijî tirkan e".
    Li ser cureyên pergala parastinê, Sîvkovî diyar kir ku "cureya wan ne giring e lê ya giring ew e ku pergala parastina hewayî ye."

    Hêjayî gotinê ye ku hîn HSDê û Birêveberiya Bakurê Sûriyeyê ev nûçe piştrast nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Tirkiyeyê hişt pirsa kurdan li Sûriye û Iraqê derkeve pêş
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Sûriye: Kurdên Sûriyeyê reqabetê bi artêşê re dikin ku deverên petrolê kontrol bikin
    Îsraîlê dîsa Sûriye bombebaran kir
    Sûriye: Ketina Tirkiye bo Îdlîbê êrişkarî ye
    Etîketan:
    Konstentîn Sîvokov, DYA, Iraq, sûriye, rojava, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de