08:24 27 Gulan 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Tirkiye ji bo operasyona Efrînê divê çi ji çav derxîne?

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Sûriye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 12

Hîndekarê Zanîngeha Şehir a Stenbolê Prof. Dr. Mesut Yegen îhtîmala operasyona artêşa tirk a li hemberî herêma Efrînê û encamên wê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)
© Sputnik / Hikmet Durgun
Hîndekarê zanîngehê Prof. Dr. Mesut Yegen di şîroveya xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Ya rastî operasyoneke mezin ku artêşa Tirkiyeyê jî di nav de û li hemberî navenda bajarê Efrînê pêk were li derveyê îhtîmalê dibînim. Lê li derveyê sînor êrişa bi top û hawanan dest pê kir û berê jî çend caran ev topbaran hatibûn kirin. û îhtîmale ev topbaran vî çend rojî zêde bibin."

‘ARTÊŞA TIRKIYEYÊ BI YPGÊ RE NAKEVE ŞERÊ SÎNGBISÎNG'

Prof. Dr. Mesut Yegen di berdewamiya axaftina xwe de got: " Wek min got îhtîmale ev êrişên top û hawanan zêde bibin, lê artêşa Tirkiyeyê li hemberî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wê nekeve şerê sîngbisîng. Ji hêla leşkerî ve ev şer dibe encamên girîng ku artêş nikaribe ragire lê bike. Em vê ji operasyona Mertalê Firatê dizanin. Ew operasyon jî bi mehan dewam kiribû û ji hêla aborî ve kulfiyeteke mezin çêkiribû."

‘EGER TIRKIYE DEV JI IDLÎBÊ BERDE DIBE HÊZÊN MEZIN DESTÛRA OPERASYONA EFRÎNÊ BIDIN'

Mesut Yegen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî qenaeta min wê Tirkiye nekeve operasyoneke leşkerî û ji hêla aborî ve pir bi kulfiyet be. Jixwe ji bo operasyonê ne Rûsya û ne jî Sûriyeyê hê helwesta xwe tam zelal nekiriye. Dibe destûra operasyoneke biçûk an jî sînordar bidin, lê ji bo kontrolkirina temamê Efrînê wê destûrê nede. Eger Tirkiye beramberî Efrînê dev ji Idlîbê berde îhtîmale ku Rûsya û Sûriye ji bo Tirkiyeyê Efrînê bi dest bixe destûra operasyoneke mezin bidin. Lê halê hazir ji bo vê îhtîmalê ti îşaret tinene."

‘TIRKIYE DIGEL AMERÎKAYÊ DIKARE OPERASYONA EFRÎNÊ BIKE'

Yegen di bersiva pirsa ‘gelo Tirkiye digel Amerîka û Rûsyayê dikare li hemberî Efrînê operasyoneke leşkerî li dar bixe' got: "Artêşa Tirkiyeyê digel Amerîkayê dikare operasyonekê leşkerî li hemberî Efrînê li dar bixe, lê bê Rûsyayê halê hazir ne mimkin e ku operasyonê bike. Ji bo operasyonê ya divê Tirkiye bi Rûsyayê re li hev kiribe ku bikaribe hereketeke leşkerî li dar bixe an jî Tirkiye ji bo ku li ser masê bi hêz bibe li qadê jixwe re li cihekî digere. Wek min di serî de jî got, Rûsya û Sûriye hetanî di beramberiya operasyona Efrînê de tiştekî nestînin wê destûra operasyoneke mezin li hemberî navenda Efrînê nedin."

Bi heman mijarî:

‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
3 topên hawanê li gundekî Efrînê ketin
Pisporê rûsî helwesta Erdogan a Efrînê şîrove kir: Pir hestiyar e
Çar senaryoyên mihtemel ên şerê Efrînê: Yek ji wan wek a Minbicê ye
Meclîsa Efrînê li ser gefxwarinên Tirkiyeyê daxuyanî da
Etîketan:
îhtîmala operasyona Efrînê, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Mesut Yegen, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de